Komxebata Lozanê: Neteweya demokratîk alternatîfê netewe-dewletê ye

Beşdarên komxebata navnetewî ya têkildarî Lozanê de got, projeya Rêveberiya Xweser ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi giştî modela herî guncaw e. Beşdaran bang li gelên cîhanê kir ku piştgiriyê bidin doza kurdî.

Komxebata Lozanê: Neteweya demokratîk alternatîfê netewe-dewletê ye
Komxebata Lozanê: Neteweya demokratîk alternatîfê netewe-dewletê ye
Komxebata Lozanê: Neteweya demokratîk alternatîfê netewe-dewletê ye
Komxebata Lozanê: Neteweya demokratîk alternatîfê netewe-dewletê ye
Komxebata Lozanê: Neteweya demokratîk alternatîfê netewe-dewletê ye
Komxebata Lozanê: Neteweya demokratîk alternatîfê netewe-dewletê ye
7 tîrmeh, 2023   16:05
HESEKÊ

Rûniştina 6'emîn a komaxebata navneteweyî ya ''Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî" bi dawî bû.

Rûniştina 6'an a bi sernavê "Derbaskirina Lozanê û çareseriya herî guncaw" ji aliyê endamê Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêra Qasim ve hat birêvebirin. Beşdaran girîngiya projeya neteweya demokratîk û modela Rêveberiya Xweser destnîşan kirin

Mijara yekemîn a rûniştinê bi navê ''Neteweya demokratîk wek nimûne ji bo çareserkirina doza Kurd û pêkvejiyana aştiyane û demokratîk a bi gelên din re'' hat birêxistinkirin. Rêvebera Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûrşan Hesen li ser vê mijarê semînerek da.

Nûrşan Hesen bal kişand ser bingehên teorîk, felsefîk û exlaqî yên ku neteweya demokratîk digire nava xwe û anî ziman ku ne Kurd tenê, di heman demê de tevahî gelên vê herêmê bûn qurbanên Peymana Lozanê.

Nûrşan Hesen got: "Neteweya demokratîk wek alternatîfa netewe-dewletê û şovenîzmê ye. Tê destnîşankirin ku tu di tu dewletan de demokrasî nine. Rêber Abdullah Ocalan dibêje, dewlet di cewherê xwe de çewisandina demokrasiyê ye û avakirina tiştan li ser hesabê azadiya gelan digire nava xwe. Li Rojhilata Navîn dewlet bûne amûra dorpêçkirina civakan e û afirandina şeran e."

Nûrşa Hesen anî ziman ku projeya neteweya demokratîk ji aloziyên li Rojhilata Navîn çareseriya herî guncaw e.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid mijara duyemîn a rûniştinê bi rêve bir. El Ebid sedemên damezrandina Rêveberiya Xweser, cudahiya di navbera Rêveberiyê Xweser û nimûneyên rêveberiyên din de, destkeftiyên ku Rêvebirîya Xweser di warê pêkvejiyana aştiyana gel, ol û zimanan de, hevserokatî pêk anîne, şîrove kirin.

Hemdan El Ebid Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pênse kir: "Rêveberiya Xweser ji aliyê komeke hêz û partî û saziyên civakî ve hat avakirin. Armanca rêveberiyê ew e ku zemîneke hevgirtina civakî û aborî were avakirin, ewlehî were mîsogerkirin, civak ji nûve were avakirin û birêxistin û vegera ewele ya koçberan were mîsogerkirin,  her wiha beşdarbûneke çalak a tevahî pêkhateyan di proseya siyasî de were pêkanîn."

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin, diyar kirin ku projeya Rêveberiya Xweser mîsogeriya mafên tevahî gelan e.

Piştî rûniştina 6'an plaketên bi nexşeya Kurdistanê diyarî beşdaran hatin kirin.

Komxebat dê bi encamnameyekê bi dawî bibe. Li gorî komîteya amadekar a komxebatê, encamname dê ji pêşniyar û nêrînan pêk were ku di pêşerojê de kar li ser wan were kirin.

(bb)

ANHA