Simon Dobbins: Projeya neteweya demokratîk çareserî ye

Seroka Yekitiya Sendiqeyên Karkeran a Brîtanyayê anî ziman ku herêmên Rêveberiya Xweser bûne minara demokrasiyê û got, ramanê Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî gelên bindest re rêya xelasiyê ye.

Simon Dobbins: Projeya neteweya demokratîk çareserî ye
7 tîrmeh, 2023   14:00
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê komxebata navneteweyî ya "Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî" di roja duyemîn de berdewam dike.

 Seroka Yekitiya Sendiqeyên Karkeran a Brîtanyayê Simon Dobbins bi rêya peyameke bi dîmen beşdarî komxebatê bû.

Simon Dobbins behsa rêbazên bidawîkirina êş û azarên li ser gelê Kurd û sekna li hember encamên Peymana Lozanê kir. Simon Dobbins diyar kir ku projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, ji bo gelên bidest rêya xelasiyê ye.

Dobbins projeya rêveberiya xweser wekî rêya çareseriyê pênase kir û wiha domand: "Bi teqez ez dibînim ku rêveberiya xweser civakeke hevgirtî ava kir ku mafên jinan tê de mîsoger in. Ev proje li ser esasê rêzgirtin, wekehvî û beşdarbûna tevan hatiye avakirine. Dema em serdana herêmên rêveberiya xweser kir, me ev yek li ser erdê dît."

Dobbins bal kişand ser berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û got, divê tevahî gelên cîhanê spasiyê vî gelî bike ku fedakariyên mezin dane.

Simon îşaret pê kir ku analîzên Rêber Abdullah Ocalan rûreşiya pergala netewe dewlet eşkere kirin û wiha doma da axaftina xwe: "Paradîgmeiya neteweya demokratîk rêgezeke ronî ye. Herêmên rêveberiya xweser veguherîne minare û modelek ku cîhan tevde dikare pêk bîne da ku ji çirava ku tê de ye derkeve.''

Komxebat bi rûniştina sêyemîn a dawîn a derbarê  derbaskirina Lozanê û çareya herî baş de dewam dike.

Komxebat wê bi encamnameyekê bi dawî bike.

(bb)

ANHA