Di komxebata li ser Peymana Lozanê de banga avakirina yekitiya neteweyî

Di komxebata navneteweyî ya têkildarî Lozanê de hate gotin, xeta sêyemîn tê tevahî komplo û peymanên li dijî Kurdan pûç bike û ev bang hat kirin: "Li tevahî Kurdistanê divê her Kurdek ji bo avakirina yekitiya neteweyî û rêgezên demokratîk kar bike, ji ber ku ev rêgez rêya yekane ya çareserkirina pirsgirêka kurdî ye."

Di komxebata li ser Peymana Lozanê de banga avakirina yekitiya neteweyî
Di komxebata li ser Peymana Lozanê de banga avakirina yekitiya neteweyî
Di komxebata li ser Peymana Lozanê de banga avakirina yekitiya neteweyî
Di komxebata li ser Peymana Lozanê de banga avakirina yekitiya neteweyî
7 tîrmeh, 2023   13:47
HESEKÊ

Komxebat navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê ya ku ji aliyê NRLS'ê ve li bajarê Hesekê li dar ketiye, bi nîqaşkirina mijarên komxebatê berdewam dike.

Di rûniştina 5'emîn de beşdaran rêbazên sekna li hemberî şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan nîqaş kirin. Ev mijar ji aliyê rêvebera Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê Etiye Yûsif ve hate rêvebirin.

NEWROZ UYSAL: DIVÊ PARTIYÊN KURDÎ KONGREYEKE NETEWEYÎ LI DAR BIXIN

Siyasetmedar û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Newroz Uysal bi rêya zoomê beşdarî komxebatê bû. Newroz Uysal bal kişand ser girîngiya lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Kurdistanê û girîngiya yekkirina xîtaba siyasî, dîplomatîk û leşkerî, her wiha ezmûna rizgarkirina Kobanê wek nimûneya yekitiya Kurdan û bandora wê ya cîhanî nîşanda.

Newroz Uysal got: "Pêwîstiya destkeftiyên ku Kurdn bi dest xistine bi yekitiya hêzên Kurdan e. Mînak; dema DAIŞ êrişî Kobanê kir hemû aliyên kurdî ji bo rizgarkirina wê bûne yek. Ji bo ku ev destkeftî werin parastina pêwîstiya Kurdan bi yekitiya neteweyî heye."

Newroz diyar kir ku pêwîstiya gelê Kurd bi lidarxistina kongeyeke neteweyî heye û wiha dom da axaftina xwe: "Li tevahî parçeyên Kurdistanê, divê Kurd nakokiyên xwe deynin aliyekî û ji bo avakirina yekitiya xwe kar bikin. Pêwîstiya me ya lezgîn bi yekitiya neteweyî û civakeke demokratîk heye."

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî bal kişand ser stratejiya ku divê Kurd di sedsala 21'an de bimeşînin û got: "Eger em gelê xwe bi rêxistin bikin em daxwazên wî bi cih bînin. Sedemên sereke yên têkçûna serhildanên Kurdan belavbûn û bê rêxistinî bû."

Muslim anî ziman ku rêya yekane ya çareserkirina pirsgirêka kurdî demokrasî ye û wiha axaftina xwe berdewam bike: "Yekitiya Kurdan tê wateya yekitiya gelan û yekitiya partiyan. Divê daxwazên gel werin bicihanîn. Em bi neteweya demokratîk bawer in. Bi şer û bi çeka netewe dewlet azadî nayê mîsogerkirin. Divê em çekeke nû biafirînin û çeka me neteweya demokratîk e."

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari nêrînên xwe anîn ziman, lidarxistina komxebatê li gelê Kurd pîroz kir û hêvî kir ku komxebat bi biryarên girîng encam bigire ku bikeve xizmeta gelê Kurd û doza wî de. Her wiha gotin, hêzên emperyal hîna jî hegemonyaya xwe li dijî gelê Kurd ferz dikin da ku pergala konfederal bişkînin.

Di nêrînên beşdaran de girîngiya avakirina yekitiya Kurdan hate destnîşankirin û hate gotin, ji bo parastina destkeftiyan pêwîstiya Kurdan bi lihevkirinê heye.

Komxebat bi nîqaşkirina anketa ku NRLS'ê têkildarî Peymana Lozanê amade kiriye, dewam dike.

(bb)

ANHA