​​​​​​​Omer Guneş: Pêdiviya civakê bi peymaneke civakî û demokrasiyê heye

Omer Guneş li ser navê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di komxebata navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê de axivî û diyar kir ku Lozan peymaneke navneteweyî bû û hemû kesên li dijî bendên wê derketin, hatin qirkirin û got “Niha pêwîstiya me bi peymaneke civakî û demokrasiyê heye.”

​​​​​​​Omer Guneş: Pêdiviya civakê bi peymaneke civakî û demokrasiyê heye
6 tîrmeh, 2023   11:39
HESEKÊ

Li ser navê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Omer Guneş axaftineke bi dîmen şand komxebata navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê.

Komxebat ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve bi navê “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî" li Hesekê tê lidarxistin.

Guneş di destpêka axaftina xwe de hêvî kir ku beşdarên komxebatê bigihêjin encamên erênî. Guneş bal kişand ser hin nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî Peymana Lozanê de û got: “Li gorî birêz Abdullah Ocalan, cihê gelê Kurd di qanûnên navneteweyî de tune bû. Mafên ferdan li gorî beşan dihatin nirxandin, mafên civak û baweriyan jî ji nedîtî ve dihatin. Lewma, alozî kûrtir bû û bê çareserî ma. Ev teoriya ku ji Peymana Lozanê dest pê kir, di encamê de komara Tirkiyeyê di qada navneteweyî de hat naskirin û nexşeyek nû hat avakirin. Gelê Ermen û Asûr û gelê Yewnanistanê wekî kêmnetewe hatin hesibandin, ji bo Kurdan jî tu maf nehatin dayîn. Ev nêzîkatî tunekirina gelê Kurd di aliyên çandî û civakî de îfade dike. Divê analîzkirina planên dewletên empryalîst ên rojavayî û desthilata Tirkiyeyê bê kûrkirin. Paşketina piştî Peymana Lozanê ya li Rojhilata Navîn girêdayî siyasetên dewletên rojavayî ye. Tirk û Cihûyan di damezrandina komara Tirkiyeyê de roleke bingehîn lîst. Lê pêkhateya Xiristiyan derveyî komarê bû, lewma bû neçîra desthilata Tirkiyeyê û bi qirkirinê re rû bi rû ma.”

Guneş bi bîr xist ku di destpêka 1920`an de netewperestan di “Şerê Serxwebûnê” de pêşketinek pêk anî û hewl dan Peymana Severê û sozên dabûn Kurdan betal bike, ji bo wê jî siyaseta tirkkirinê meşandin. Guneş got: “Gelek bendên Peymana Lozanê hene, lê tu bendên têkildarî Kurdan tune ne, Tenê hin madeyên giştî hatin bihcihkirin ku tê hatibû gotin, dê hemû welatiyên Tirkiyeyê bêyî ku netewe, çand û nasnameya wan di ber çavan re bê girtin, werin parastin.”

Guneş di dewama axaftina xwe de bal kişand ser civakbûna gelan beriya Peymana Lozanê û got: “Di salên 1919-1922`yan de ruhekî kolektîf di navbera civak û pêkhateyan de hebû. Peymana Amasiya, Kongreya Erzerûmê û Sîwasê vê yekê îsbat dikin. Rengekî demokrasiyê hebû, her pêkhateyek di nava demokrasiyê de jiyan dikir û li gorî pîvanên xwe dozên xwe çareser dikirin. Peymana Lozanê peymana herî dawîn a parçekirina Kurdistanê bû. Her kesê ku li djiî bendên vê peymanê serî hildan, hat tesfiyekirin û qirkirin. Komara Tirkiyeyê bi rêya darbeyên leşkerî û kiryarên neheq hat birêvebirin. Niha jî AKP`ê bi vê rolê radibe û hewl dide Kurdan bi temamî tesfiye bike.”

Omer Guneş diyar kir ku ew piştgiriyê dide gelan, nûnerên azadiyê û got: “Ez azadîxwaz im û ne girêdayî tu kesî me. Em ê Lozanê tune bikin û peymaneke demokratîk a li gorî kolektîvîzmê ava bikin, ku gelên Rojhilata Navîn pê bawer bikin û em bikarin biratiya Kurd-Tirkan ava bikin. Em li djiî van nakokiyan in.”

Guneş destnîşan kir ku Peymana Lozanê peymaneke navneteweyî bû, gel esas negirtin û piştî wê Komara Tirkiyeyê hat damezrandin û wiha axaftina xwe dewam kir: “Niha pêwîstiya me bi demokrasiyê û peymaneke civakî heye. Dibe ku bi vê yekê hemû aloziyên heyî bên çareserkirina û demokrasî di nava civakê de serwer bibe. Niha bingeha vê peymanê heye, lê pêdivî bi xebatê heye. Divê Kurd xwe jê re baş amade bikin.”

Komxebat dewam dike.

(c)

ANHA