Serokê Wagnerê hîna li Rûsyayê ye

Serokê Belarûsê Alexander Lukashenko daxuyand ku tevî peymana bi Krmlînê re, serokê Wagnerê nehatiya Belarûsê û ew hîna li Rûsyayê ye.

Serokê Wagnerê hîna li Rûsyayê ye
6 tîrmeh, 2023   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP`ê, Lukashenko ji rojnamevanan axivî û got, "Ruxmî peymana bi Kremlînê re ku li gorî wê Prigozhin biçe Belarûs, ew hîna li Saint Petersburgê ye.”

Lukashenko daxuyand ku endamênn Wagnerê ne li Belarûsê ne û heta vê kêliyê li kampa xwe ne.

Lukashengko got: "Bawer nakim ku Wagner li Belarûsê serî hilde."

(bb)