Fûad Hisên û Hakan Fîdan li Bakûyê civiyan

Wezîrê karên derve yê Iraqê bi hempîşeyê xwe yê dewleta Tirk re dosyayên kampa Holê, dersînorkirina penaberan û astengiyên li pêşiya van dosyayan nîqaş kirin.

Fûad Hisên û Hakan Fîdan li Bakûyê civiyan
6 tîrmeh, 2023   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê de hate gotin: "Di navbera civîna wezîran a dewletên Tevgera Bêalî de ku di 5-6'ê Tîrmehê de li Bakûyê tê lidarxistin, wezîrê karên derve Fûad Hisên bi wezîrê karên derve yê Komara Tirkiyeyê Hakan Fîdan re rêbazên pêşxistina hevkraiya dualî, tevkariya stratejîk a her du welatan têkildarî dozên herêmî û navneteweyî gotûbêj kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Iraq dixebite da ku Kongreya Bexdayê ya 3'yemîn li dar bixe. Di kongreyê de dê pirsgirêkên dewletên cîran û rêbazên guncaw ên çareserkirinê werin nîqaşkirin ku bikeve xizmeta parastina ewlehî û aştiya herêmî û navneteweyî."

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan dosyayên kampa Holê, dersînorkirina penaberan û astengiyên li pêşiya vê dosyayê jî nîqaş kirin.

(bb)