Li Colemêrg û Stenbolê operasyonên serdegirtinê

Polîsên dewleta Tirk a dagirker di serdegirtina malan li Colemêrga Bakurê Kurdistanê de 7 kes destgîr kirin. Polîsan li Stenbolê jî girt ser avahiya HDP`ê.

Li Colemêrg û Stenbolê operasyonên serdegirtinê
6 tîrmeh, 2023   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, polîsên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê girtin ser malan û Fatma Dûrmaz (65) û kurê wê Ahmet Dûrmaz jî di nav de 7 kes destgîr kirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê û hate diyarkirin ku hevdîtina bi parêzeran heta 24 saetan hatiye qedexekirin.

Li Stenbolê jî polîsan girt ser avahiya HDP’ê ya li Esenyûrtê, deriyê avahiyê şikandin û dest danîn ser gelek wêneyan.

(c)