Greva Er û Dag 50 roj e didome

Greva biçîbûnê ya Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê ji aliyê PDK'ê ve dîlgirtî ne, di roja 50'yemîn de dewam dike.

Greva Er û Dag 50 roj e didome
6 tîrmeh, 2023   10:28
 NAVENDA NÛÇEYAN

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ji aliyê PDK'ê ve dîl hatine girtin, li Girtîgeha Hewlêrê li hemberî binpêkirina mafên mirovan di greva birçîbûnê de ne.

Dag û Er dixwazin dawî li lêgerînên kêfî, tundiya fîzîkî, heqaret û ferzkirina lixwekirina kincên yektîp bê anîn. Ji bo van daxwazan jî ji 18'ê Gulanê ve di greva birçîbûnê de ne.