MSD û Heyet El Tensîq mekanîzmeya pêkanîna belgeya rêkeftinê nîqaş dikin

Hevseroka MSD'ê Emîne Omer diyar kir ku ew bi Heyet El Tensîq El Wetaniye re mekanîzmeya pêkanîna belgeya rêkeftinê ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê, nîqaş dikin û dê di wê çarçoveyê de belge bê amadekirin û piştre bê gotûbêjkirin.

MSD û Heyet El Tensîq mekanîzmeya pêkanîna belgeya rêkeftinê nîqaş dikin
6 tîrmeh, 2023   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer duh bû mêvana bernameya RAVE a Rojava TV’yê. Emîne Omer di bernameyê de belgeya rêkeftinê ya ku MSD û Heyet El Tensîq El Weteniye di 24'ê Hezîrana borî de ragihandibû, nirxand.

Emîne Omer diyar kir ku ew bi Heyet El Tensîq El Wetaniye re mekanîzmeya pêkanîna belgeyê nîqaş dikin û dê di wê çarçoveyê de belgeyeke berfireh bê amadekirin.

Emîne Omer got: "Belge dê ji nîqaşên zelal ên li ser destûrê, nanvendîbûn û pirsgirêka Kurd pêk were."

Emîne diyar kir ku di demeke nêzîk de dê belge were eşkerekirin da ku piştre li ser gotûbêj werin kirin.

Linka bernameyê: https://rojavatv.net/archives/15885

(bb)

ANHA