Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

​​​​​​​Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kir.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
6 tîrmeh, 2023   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin muwekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê dîlgirtî ne bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve nikarin bi tu awayî agahiyê ji Rêber Abdullah Ocalan werbigirin.         

Parêzer ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê bersiv ji serlêdana wan re nayê dayin.