Bêrîvan Xalid: Rêveberiya Xweser rê nade 'Lozaneke nû'

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid diyar kir ku Rêveberiya Xweser li hember projeyên qirkirina etnîkî û çandî bersiv e û dê rê nede 'Lozaneke nû'.

Bêrîvan Xalid: Rêveberiya Xweser rê nade 'Lozaneke nû'
6 tîrmeh, 2023   09:17
HESEKÊ

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid di Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê de axivî.

Bêrîvan Xalid got: "Piştî çend rojan Peymana Lozanê sedsaliya xwe temam dike. Peymana ku 24`ê Tîrmeha ‎‎1923`yan de li bajarê Lozan ê Siwîsrayê di navbera aliyên navneteweyî û ‎herêmî de hatibû îmzekirin. Li gorî wê jî Kurdistan di navbera Tirkiyê, Iraq, Sûriye û Îranê de ‎hate parçekirin. Bi vê yekê Lozan bû yek ji xeternaktirîn peymanên ku li ser hesabê gelên herêmê yên ‎Kurd, Ereb û Suryan tên kirin e.‎"

Bêrîvan, Peymana Lozanê wekî komployeke qirêj ku dewletên serdestiyê yên sedsala borî  beşdarê bûne, bi nav kir û diyar kir ku bi Lozanê re gelê Kurd ket pêvajoyeke tarî û bû qurbanê mezin ê vê peymanê.

Bêrîvan anî ziman ku Peymana Lozanê ji berê de û heta niha derbeyeke biêş li dijî gelan û wiha dom kir: “Amûrên şer û tepisandinê li dewletên ku Kurdistan parçe kirine li djiî gelan xistin meriyetê. Pê re koletî, kuştin, girtin, koçberkirin, rûxandina gund û bajaran, hewldanên tunekirina ‎nasnameyê, ziman û hebûna neteweyî, tunekirina îradeyê û mîrata çandî, ‎şerên qirkirina komî mîna Kembera Ereban li Sûriyeyê û Enfal û kîmyebarana li Iraqê, dest pê kirin. ‎Projeya Anadolê projeyeke asîmîlekirinê bû. Sûc û binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê   pêk tên, guhertina demografiya herêmên dagirkirî û koçberkirina xwecihên herêmê jî berdewama Projeya Anadolê ne.”

′TÊKOŞÎN BERDEWAM E′

Bêrîvan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ruxmî Lozanê û lihevkirin û komployên din ên li dijî gelê Kurd, gelê Kurd paş de gav neavêt û têkoşînê didomîne û got: “Destkeftiyên ku îro li Rojava, Bakur û ‎Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin mînaka herî berçav a vê têkoşînê ne.‎"

′RÊVEBERIYA XWESER LI HEMBER PROJEYÊN QIRKIRINA ETNÎKÎ Û ÇANDÎ BERSIV E′

Bêrîvan Xalid anî ziman ku projeya Rêveberiya Xweser îradeya gelan a ji bo jiyana demokratîk ya li ser esasê jiyana aştiyan û biratiya gelan temsîl dike û wekî li hember projeyên qirkirina etnîk, çandî û neteweyî yên ji dema Lozanê de û heta niha, bersiv e.‎

Bêrîvan destnîşan kir ku aliyên Peymana Lozanê îmze kirine bi taybet ‎‎dewleta Tirk êrişî tecrûbeya demokratîk a gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û wiha pê de çû: “Ev êriş israra dewleta Tirk a berdewamkirina hişmendiya ′Lozanê′ di nêzîkatiya li hember welat, gelan û dozên wan de nîşan dide. Dewleta Tirk dixwaze sînorên Lozanê jî derbas bike û hewl dide împratoriya Osmanî ya têkçûyî vejîne. ‎‎Dagirkriina hin herêmên bakur, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, destwerdana leşkerî ‎‎li Iraq û Lîbyayê, bikaranîna çeteyan û destekdayîna terorîstan jî nîşaneyên çavnebariya dewleta Tirk in.”

Bêrîvan wiha axaftina xwe berdewam kir: “Bi sedsaliya Lozanê re, em li dijî her peyman, girêbest an jî ‎‎lihevkirinê ne ku li ser hesabê gelan û hêviyên wan ên azadî û demokrasiyê hatine îmzekirin an jî dê werin îmzekirin in. Em bang li hêzên navneteweyî û tevahî rêxistinên navneteweyî û hiqûqî û alîgirên azadiya ‎‎gelan dikin ku piştgiriyê bidin mafên rewa yên gelê Kurd.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd ê çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê kir ku refên xwe bikin yek û nakokiyên xwe derbas bikin da ku planên li dijî gelê Kurd têk bibin û got: "Têkoşîna azadiyê daxwaz e û rêyeke jê veger nîn e. Rêveberiya Xweser bi hemû ‎‎pêkhateyên xwe dê nehêle ku ′Lozaneke′ nû yan jî peyam û lihevkirineke mîna wê dubare bibe.”

Komxebat bi axaftinan dewam dike.

(fr/c)

ANHA