​​​​​​​Rêveberiya Xweser li ser darizandina DAIŞ′iyan bi hiqûqnasan re nîqaş kir

Berdevkê Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê Mistefa Muslim aşkera kir ku Rêveberiya Xweser ji bo nîqaşkirina mekanîzmaya darizandina çeteyên DAIŞ′ê yên biyanî bi Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiyaye.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser li ser darizandina DAIŞ′iyan bi hiqûqnasan re nîqaş kir
5 tîrmeh, 2023   00:39
KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10′ê Hezîranê de ragihandibû ku dê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ′ê yên biyanî yên li girtîgehên wê bike.

Zêdetirî 10 hezar çeteyên DAIŞ′ê yên ji 60 dewletan li cem Rêveberiya Xweser tên ragirtin. Dewletên ku çeteyên girtî welatiyên wan in, çavê xwe li çarenûsa çeteyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûc kirine digirin.

/kr/uploads/files/2023/07/04/193411_-.webp

Berdevkê Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê Mistefa Muslim têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Muslim diyar kir ku biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ′ê hinekî dereng maye û got: “Diviyabû hemwextî têkbirina çeteyan ev dadgehkirin çêbûya."

Muslim bal kişand ser bangewaziyên Rêveberiya Xweser ji bo welatên cîhanê ji bo avakirina dadgehên navneteweyî yên darizandina çeteyên DAIŞ`ê û wiha dom kir: “Lê ew bangewazî bê bersiv man. Tenê dem bi dem hin şandeyan hin welatiyên xwe, bi taybet kesên ji malbatên çeteyan û zarokên DAIŞ`iyan werdigirtin. Lê yên di nava DAIŞ`ê de wernedigirtin.”

Muslim anî ziman ku divê çeteyên DAIŞ`ê li gorî qanûnên navneteweyî bên darizandin û got: “Ji ber ku kesên bên dadgehkirin ji nasnameyên cuda ne. Dê mekanîzmayek bê dîtin, ji bo ku her kes li gorî qanûneke adil û tevahî cîhan li serê li hev dike, were darizandin.”

Li gorî Muslim, dibe ku Rêveberiya Xweser ji bo misogeriya zelalbûna van dadgehkirinan û ragihandina wê bi awayekî rast ji raya giştî ya cîhanê re, çavdêran ji Neteweyên Yekbûyî bixwaze.

Li aliyekî din Muslim aşkera kir ku Rêveberiya Xweser ji Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwestiye pêşniyarên xwe li ser darizandin û çawaniya wê pêşkêş bikin û got: “Ji ber ku Yekitiya Parêzeran ji bo Rêveberiya Xweser wekî lêvegereke qanûnî ye. Rêveberiya Xweser bi yekitiyekê re civîn li dar xistin û der barê cihê darizandinê û mekanîzmaya wê de nîqaş kirin.”

Muslim aşkera kir li ser girîngiya dîtina formeke di qada navneteweyî de tê qebûlkirin, li hev kirine, da ku piştre tu pirsgirêk dernekevin û got: “Nexasim ku gelek dewletên herêmê mîna me di şerê Kobanê de dîtiye, destekê didin DAIŞ′ê.”

Têkildarî beşdarbûna malbatên kesên ku ji DAIŞ`ê zirar dîtine di wan dadgehan de, Mistefa Muslim got: "Ji bo dadgehkirin bi awayekî adilane be, temsîlkirin û beşdarbûna wan malbatan an dê bi beşdarbûna şexsî (yekser) yan jî bi rêya wekîlên qanûnî mîna parêzeran be. Bawer im ku dê derfet li pêşiya yekitiyên parêzeran ên Ereban û cîhanê jî bê vekirin da ku beşdarî van darizandinan bibin."

(fr/c)

ANHA