ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-7-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-7-2023
4 tîrmeh, 2023   23:00

Li gorî şîrovekarên siyasî yên Ereb, projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ji aloziyên li Rojhilata Navîn re çareserî ye û got “Ev proje rê li ber parçebûnê digire, pirrengiyê diparêze û banga wekheviya di navbera gelan û ferdan de dike.” (BI WÊNE)

Rûpsiyên Reqayê diyar kirin ku şêniyên herêmê di parastina axa Sûriyeyê de berdewam in û dev ji axa xwe bernadin. Her wiha destnîşan kirin ku divê êlên li Sûriye û Tirkiye li hember dewleta Tirk a dagirker bibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê Mistefa Muslim aşkera kir ku Rêveberiya Xweser ji bo nîqaşkirina mekanîzmaya darizandina çeteyên DAIŞ′ê yên biyanî bi Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiyaye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk forumeke navneteweyî li ser Peymana Lozanê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gel têkçûnên li pey hev, li Lubnanê behsa pêdiviya pêkanîna sîstemeke siyasî ya nû ya federal tê kirin. Di her pêvajoyeke siyasî de ev mijar careke din dikeve rojevê. Gelo federalî li Lubnanê pêkan e û dê bibe çareserî? (BI WÊNE)

Kongra Star a navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo şehîd Zîlan bilidarxistina semînerekê li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê bi bîr tîne saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo ji bo pêşxistina behreyên zarokên şehîdan, dewreyeke perwerdeyê ji wan re li dibistana Elî Silûbî li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandekê li dar dixe saet di 18:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA