Xwendekarên perwerdeya dûrve dikevin ezmûnan

863 xwendekarên polên 9 û 12`an ên ku ji dûr ve perwerdeyê dibînin, dê sibê bikevin ezmûnan.

Xwendekarên perwerdeya dûrve dikevin ezmûnan
5 tîrmeh, 2023   06:46
QAMIŞLO

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bilî perwerdeya rû bi rû, perwerdeya dûrve jî heye, anku beşek xwendekaran bêyî ku biçin dibistanan li malê di çarçoveya bernameya Desteya Perwerdeyê de dixebitin û dikevin ezmûnan.

Xwendekarên perwerdeya dûrve dê sibê (6`ê Tîrmehê) bikevin ezmûnên dawiya salê. Li gorî daneyên Desteya Perwerdeyê, 863 xwendekarên polên 9 û 12`an dê sibê li 11 navendan bikevin ezmûnan. Ji wan 131 xwendekarên pola 9`an, 732 xwendekar jî yên pola 12`an (269 xwendekarên beşa zanistî, 463 xwendekarên beşa wêjeyî) in.

Ezmûn dê 23`yê Tîrmehê bi dawî bibin.

Li gorî encamên ezmûnan dibe ku mafê ezmûneke din bê dayîn.

(sb/c)

ANHA