​​​​​​​Şehîd Zîlan li Minbicê hate bibîranîn

Şêniyên Minbicê şehîd Zîlan bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan dan.

​​​​​​​Şehîd Zîlan li Minbicê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Zîlan li Minbicê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Zîlan li Minbicê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Zîlan li Minbicê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Zîlan li Minbicê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Zîlan li Minbicê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Zîlan li Minbicê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Zîlan li Minbicê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Zîlan li Minbicê hate bibîranîn
4 tîrmeh, 2023   20:07
MINBIC

Bi boneya şehadeta 27`an a şehîd Zeynep Kincî (Zîlan) Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê çalakiyek li dar xist. Endamên rêveberiyê û saziyên wê, rêxistinên civaka sivîl, partî, Komîteya Çand û Hunerê, Yekitiya Werzîşê, Yekitiya Rewşenbîran, Yekitiya Jinên Ciwan, meclisên xetan, şêniyên bajêr û mêvan ji Kobanê û Reqayê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfe Xilo bi navê jinên bajêr axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Nezîfe wiha domand: “Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî, xweset peyama xwe ragihîne û îsbat bike ku jineke bi cesaret e û xwedî vîn û israr e.”

Nezîfe diyar kir ku berxwedan û têkoşîna li ser şopên şehîdan berdewam e ku bi dehan ciwanên fedaî li ser şopa şehîd Zîlan li hember zulmê û zordestiyê serî hildan.

Di dawiyê de Nezîfe got: “Şehîd Zîlan, çirûskek bû ku rêya azadiyê ji hevalên xwe re ronî kir. Em soz didin şehîdên xwe ku têkoşînê li ser şopa Zîlan, Avesta, Arîn, Sara û Rûken berdewam bikin. Li hember êrişan serî netewînin. Tevî ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze vîna me bişikîne, lê her carê me îsbat kir ku em xwedî projeyeke demokratîk a mirovî ne ku mafên gelê Sûriyeyî tevahî diparêze.”

Dûre, koma Rojda ya Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê, koma govendê ya çerksan, koma Kobanê, endamên Yekitiya Rewşenbîran mîna helbestvan Nûrî El Hesen û Rewda El Mihemed û hunermend Minetullah a ji Reqayê berhemên xwe pêşandan.

(şx)

ANHA