​​​​​​​Eşîrên Ereb li hember êrişan banga yekitiyê kir

Rûspiyên Reqayê diyar kirin ku şêniyên herêmê di parastina xaka Sûriyeyê de berdewam in û dev ji axa xwe bernadin. Her wiha destnîşan kirin ku divê eşîrên li Sûriye û Tirkiyeyê li hember dewleta Tirk a dagirker bibin yek.

​​​​​​​Eşîrên Ereb li hember êrişan banga yekitiyê kir
5 tîrmeh, 2023   01:17
REQA – MIHEMED XELÎL

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne ku di encamê de komkujiyên mezin li dijî şêniyên herêmê dike. Li hember vê yekê jî civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bêdeng in.

/kr/uploads/files/2023/07/04/202217_-.webp

Serokeşîrê Bû Esaf a Reqayê Hemed El Qerace ji ajansa me re got: "Timayên Tirkiyeyê di herêmê de hene û armanca wê vejandina împeratoriya Osmanî û dagirkirina xaka Sûriyeyê ye."

El Qerace destnîşan kir ku serokeşîr û rûspiyên êlên herêmê dê li hember vê metirsiyê bisekinin û herêmê biparêzin.

El Qerace bêdengiya hêzên navneteweyî rexne kirin û got: "Birayên me yên ji eşîrên me li aliyê Tirkiyeyê û li deverên Sûriyeyê yên dagirkirî hene û ew xizmên me ne. Divê eşîrên me yên li Sûriye û Tirkiyeyê li hember dewleta Tirk a dagirker û di parastina xakê û şêniyan de bibin yek."

/kr/uploads/files/2023/07/04/202227_-.webp

Her wiha, serokeşîrê El Elî, Remedan El Rehal wiha axivî: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bi tundî şermezar dikin û em dê berxwedana xwe ya li hember dagirkeriya Tirk bidomînin."

PEYAM

El Rehal peyamek da eşîrên Sûriyeyê û got: "Em peyamekê bi navê serokeşîrên Sûriyeyê bi giştî û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî ji bo artêşa Tirk û hêzên Tirk dişînin û dibêjin; êdî bes e hûn xwîna gelê Sûriyeyê birijînin û wî bikujin."

El Rehal wiha lê zêde kir: "Em bang li artrêşa Tirk dikin ku xwedî li nirx û qanûnên navneteweyî û mirovî derkeve û kuştina sivîlan rawestîne."

Her wiha El Rehal destnîşan kir ku xaka Sûriyeyê ji sînorê Iraqê heta deryayê Spî û ji sînorê Urdunê heta sînorê Tirkiyeyê ji bo her welatiyekî sûriyeyî xakeke pîroz e.

El Rehal wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ez bawer im ku xizm û rûspiyên me bi dagirkirina xaka me ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ne razî ne. Divê em li hember dagirkeriya Tirk bibin yek."

(mh/şx)

ANHA