Komîteya Şilêr êrişa zayendî ya li zaroka li Efrînê şermezar kir

Komîteya Şilêr êrişa zayendî ya çeteyên dewleta Tirk a li zarokeke 13 salî şermezar kir û diyar kir ku roj bi roj sûcên li dijî zarokan zêde dibin, lê rola saziyên mafên mirovan ên navneteweyî jî nayê dîtin.

Komîteya Şilêr êrişa zayendî ya li zaroka li Efrînê şermezar kir
2 tîrmeh, 2023   10:16
QAMIŞLO

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) duh ragihand ku çeteyên ‘Hemzat’ ên dewleta Tirk a dagirker, li gundê Ciwêq ê Efrînê êrişeke zayendî li zarokeke 13 salî kiriye.

Der barê mijarê de Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan şaxên Qamişlo û Şehbayê daxuyaniyên cuda da.

Daxuyanî li Baxçeyê Xwendinê yê li Qamişloyê ji aliyê endama Rêveberiya Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan Jûlya Xelo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojane daxuyanî têkildarî sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker tên eşkerekirin, lê tu guhertinê li du xwe naynin.

Hate gotin, li herêmên dagirkirî sûc û kiryarên li dijî zarokan dewam dikin û rojane zarok tên qetilkirin û tecawiz li wan tê kirin.

Komîteyê bal kişand ser bûyera dawîn a tecawiza li zarokeke 13 salî û got: “Ev bûyer ne yekemîn e, rojane têne dubarekirin. Ji ber nedayîna derfetên derbasbûna çapemeniyê ji herêmên dagirkirî re, gelek mafên zarokan têne çewisandin ruxmî ku rojane komîteyên şopandin û parastina mafên mirovan ên navneteweyî têne avakirin lê heya niha tu encam derneketiye holê.”

Komîteya Şilêr bêdengiya rêxistinên mafên zarokan a li hemberî van sûcan jî şermezar kir û got: "Divê saziyên mafên mirovan ji bêdengiya xwe derkevin û li hemberî qetilkirin û tecawiza li zarokan helwesta xwe diyar bikin."

ŞEHBA

Komîteya Şilêr ya Şopandina Mafê Zarokan şaxê kantona Efrîn û Şehbay li Kampa Serdem a kantona Şehbayê daxuyaniyek da û bang li rêxistinên têkildarî kir ku li hember mîna van sûcan bêdeng nemînin.

Daxuyanî ji hêla endama Komîteya şilêr ya şopandina mafê zarokan   İstervan Hiso ve hate xwedin . 

İstervan di daxuyaniyê de bang li rêxistinên têkildar kir û wiha got: "Em bêdengiya we ya li hember  mafê zarokan têne kirin lanet û şermezar dikin, bangewaziya me ji hemû kesên ku mafên mirovan û zarokan diparêzin, ji bêdengiya xwe derkevin û li hember van kuştin û tecawîzkirina zarokan helwesta xwe diyar bikin."

 (sb-zş/bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OkojFb9FQ00" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>