Hikumeta Fransayê ferzkirina rewşa awarte dinirxîne

Piştî çalakiyên protestoyî dest pê kirin, Fransa ferzkirina rewşa awarte dinirxîne.

Hikumeta Fransayê ferzkirina rewşa awarte dinirxîne
30 hezîran, 2023   12:12
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîra Fransayê Élisabeth Borne ragihand ku desthilat ji bo vegerandina kontrolê li Fransayê hemû îhtîmalan dinirxîne di nav de ferzkirina rewşa awarte heye.

Di civîneke çapemeniyê de Élisabeth Borne wiha bersiv da pirsekê têkildarî ferzkirina rewşa awarte: “Em dê di civîna li gel serokkomarê de tevahî îhtîmalan binirxînin. Lê ez niha bersivê nadim. Lê ji bo vegerandina pergala komkarê, em tevahî îhtîmalan dinirxînin.”

Çaverê ye ku serokê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsê civîneke nû bi şaneya aloziyê re bi rêve bibe.  

NY`yê ji Fransayê xwest ku pirsgirkên nijadperestiyê di nav hêzên ewlehiyê de çareser bike. berdevka Komîseriya Mafên Mirovan a NY`yê Ravina Shamdasani di civîneke çapemeniyê li Cinevê de got: “Dem hatiye ku ev welat bi cidî pirsgirkên nijadperestî yên di nav hêzên ewlehiyê de kok dane, çareser bikin.”

Almanyayê jî fikarên xwe der barê bûyerên li Fransayê de anîn ziman ku berdevkê hikumetê Stephen Hebbestreet got: “Helbet em li bûyerên li Fransayê rû didin bi fikar temaşe dikin.” Di heman demê de diyar kir ku heta niha tu nîşaneyên derengxistina serdana serok Emmanuel Macor ji bo Almanyayê tune ne ku yekşemê dest pê dike.

(şx)