Stratejiyeke nû ya Amerîkayê li dijî captagonê hikumeta Şamê

Stratejiya ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihandiye ji gelek xalan pêk tê, jê desteka dîplomatîk, îstîxbaratî, bikaranîna cezayên aboriyê û malî li dijî şîrketên qaçaxciyê yên hikumeta Şamê.

Stratejiyeke nû ya Amerîkayê li dijî captagonê hikumeta Şamê
30 hezîran, 2023   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê stratejiya xwe ya nû ya têkoşîna li dijî narkotîkê û çêkirina captagonê ji aliyê komên girêdayî hikumeta Şamê ve û jihevxistina wan koman eşkere kir. Wezaretê da zanîn ku stratejî ji 4 xalan pêk tê. Ya yekmîn, piştgiriya dîplomatîk û îstîxbaratî ye da ku qanûnê pêk bîne. Ya duyemîn bi karanîna cezayên aboriyê û amûrên malî yên din li dijî torên qaçaxiyê yên pergala El Esed. Ya sêyemîn jî, alîkariyên biyanî û perwerdekirina welatên şirîk û xurtkirina hevkariyê di nava saziyên piralî de ji bo ku bikarin li hember narkotîkê tê bikoşin, rêzexelekên qaçaxiya pîşeyî yên nerewa û madeyên dikevin çêkirina captagonê û cureyên din ên narkotîkê ji hev bixin. Ya çaremîn jî, pêşxistina danûstandinên dîplomatîk û peymanên giştî ji bo ku fişarê li pergala El Esed bê kirin.

Wezaretê got wê bi şêwiriya wezaretên gencîne û beravaniyê, rêveberiya têkoşîna li dijî narkotîkê, lêpirsînên ewlehiya hundirîn, nivîsgeha mudirê îstîxbarata nîştimanî, nivîsgeha siyaseta nîştimanî ya têkoşîna li dijî narkotîkê re, stratejiyeke hevbeş di navbera ajansa de bi pêş xistiye da ku torên piştgiriyê didin binesaziya narkotîkê ya pergala El Esed ji hev bixin û avakirina şiyanên dijî narkotîkê li welatên hevkar bi rêya alîkarî û perwerdekirina ajansên bicihanîna qanûnê li welatên cîranên Sûriyeyê tenê.

Li gorî wezaretê, tora qaçaxiya captagonê bi rêya 17 dewletan ji Îtalyayê bigire heta bigihêje Malezyayê. Di nav de yên tev li dabînkirina pêşîn, hilberandin, derbasbûn û belavkirina berhema dawî dibin.

Wezaretê diyar kir ku Lubnanê di hilberandin û derxistinê de bi rêya benderên wê tê bikaranîn. Sûkên li Nîvgirava Erebistanê jî cihê sereke yê hebên captagonê ne.

(şx)