Li Fransayê 667 kes hatin destgîrkirin

Li Fransayê tevî ragihandina qedexeya derketinê, lê çalakiyên protestoyî berdewam in. Hate ragihandin ku 667 hatine destgîrkirin.

Li Fransayê 667 kes hatin destgîrkirin
30 hezîran, 2023   07:38
NAVENDA NUÇEYAN

Roja sêşemê ciwanê bi navê Nahel M. yê 17 salî li paytextê Fransa Parîsê dema ku wesayit di ajot ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û bi hinceta ku guh nedaye hişyariyê hate kuştin.

Bûyer li banliyoya Nanterre ya Parîsê rû da bû. Polîsê Nahel kuştî, piştî bûyerê hate destgîrkirin lê hêrsa civakê mezin bû û dest bi çalakiyên protestoyî kirin.

Ji wê rojê ve li seranserî Fransayê çalakiyên protestoyî didomin. Heya niha bi dehan wesayît, tramvayek û qereqolek polîsan jî di nav de gelek cih ji milê çalakvanan ve hatiye şewitandin.

Di vê çarçoveyê de li gorî serokatiya Fransayê ragihandiye, serok Emmanuel Macron îro dê bi şaneya aloziyê re bicive.

Serokê Fransayê duh bi sibê civîneke awarte li Wezareta Karên Hundir bi wezîran û gerînendeyên rêveberiyê yên têkildarî re çêkiribû beriya biçe Brukselê. Her wiha bûyerên tundiyê yên “ne hicet” şermezar kiribû.

Wezîrê karên hundir Gérald Darmanin diyar kir ku hejmara hêzên ewlehiyê dê bi 4 qatan zêdetirî du şevên dawîn be. Her wiha wezîrê edlê Éric Dupond-Moretti jî got “divê ev rawestin”.

Tevî belavbûna zêde ya hêzên ewlehiyê û ragihandina qedexeya derketinê, lê hate ragihandin ku şeva pêncşemê li gelek bajarên Fransayê bûyerên tundiyê û zirarên mezin çêbûne. Darmanin ragihand ku 667 kes şev pêncşemê li seranserî welêt hatine destgîrkirin.

(şx)