Çeteyên li Girê Spî pev ketin

Li kantona Girê Spî ya dagirkirî di encama şerê di navbera çeteyan de 2 çete birîndar bûn.

Çeteyên li Girê Spî pev ketin
29 hezîran, 2023   12:45
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecih hatine wergirtin, li gundê Ebû Hemam ê kantona Girê Spî ya dagirkirî di navbera malbatekê ku endamên wê tev li komên çete yên dewleta Tirk bûne û çeteyên koma Ehrar Şerqiyê de bi çekên sivik şer derketiye. Di encama şer de 2 çete birîndar bûn û rakirin nexweşxaneya li navenda kantonê.

Sedemên derketina şer nehatin zanîn.

Di 26`ê Hezîranê de jî di navbera çeteyên Ketaib El Xetab û çeteyên Siqûr Şemal de li ser sehrîceke avê şer derketibû. Di şer de, yek ji wan jin, 2 sivîl û 2 çeteyên koma Ketaib El Xetab birîndar bûbûn.

(c)

ANHA