​​​​​​​Êrişêjn li Idlibê rojeva rojnameyên erebî bûn

Rojnameyên erebî yên îro cih da êrişên hikumeta Şamê û Rûsyayê yên li djiî “herêma bêçek”, lûtkeya YE`yê û rewşa Lîbyayê.

​​​​​​​Êrişêjn li Idlibê rojeva rojnameyên erebî bûn
29 hezîran, 2023   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rojeva Sûriyeyê de bi sernavê “Şamê êrişên hewayî û yên bi moşekan li dijî rêxistinên çekdar ên li gundewarên Idlibê pêk anîn” nûçeyek belav kir.

Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê ya têkildarî êrişên hewayî yên li djiî baregehên “rêxistinên çekdar” ên li gundewarên Idlibê. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di nava hefteyekê de ev cara duyemîn e ku hikumeta Şamê û Rûsya êrişên hewayî li djiî baregehên wan koman pêk tînin.

Di nûçeyê de cih dan axaftinên gerînendeyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Ebdurehman a ji ajanseke erebî re. Ebdurehman destnîşan kir ku êrişên li bakur û rojavayê Sûriyeyê di çarçoveya zexta siyasî ya ji bo normalîzekirina têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê de pêk tên û got: “Hemû alî hev tawanbar dikin. Lê ev yek rastiya dan û standinên bi navbeynkariya Rûsyayê ji bo danîna nexşerêyekê ji bo vegerandina têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê vedişêre.”

‘GEŞEDANÊN LI RÛSYAYÊ Û ŞERÊ UKRAYNAYÊ ROJEVÊN LÛTKEYA YE`YÊ NE’

Rojnameya El Quds El Erebî jî têkildarî lûtkeya Yekitiya Ewropayê (YE) nûçeyek weşand û wiha nivîsand: “Îro li Brukselê lûtkeya rêveberên dewletên YE`yê dest pê dike û dê 2 rojan dewam bike. Dê geşedanên li Rûsyayê, şerê li Ukraynayê û koçberiya ber bi YE`yê ve rojevên lûtkeyê bin. Tê payîn ku sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg tev li nîqaşên têkildarî bandorên muhtemel ên li ser ewlehiya Ewropayê û bandorên şerê Ukraynayê bibe.”

HILBIJARTINÊN LI LÎBYAYÊ

Rojnameya El Itîhad a Îmaratê jî der barê rewşa Lîbyayê de bi sernavê “NY: Hilbijartinên Lîbyayê di qonaxeke çarenûsî de ne” nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de hate gotin: “Nûnerê navneteweyî yê Lîbyayê Ebdullah Batîlî got Lîbya di mijara hilbijartinan de gihaştiye qonaxeke çarenûsî û destnîşan kir ku bidawîkirina Komîteya 6+6 derfetek e, divê ji dest nedin. Her wiha anî ziman ku rewşa heyî ya li Lîbyayê êdî nayê tehemûlkirin û ew ê rola xwe ji bo diyaloga di navbera hemû aliyan de dewam bikin. Batîlî bang li rêveberên lîbyayî kir ku der barê qanûnên hilbijartinan de biryarên ku her kes qebûl bike, bidin.”

(c)