Rewşa Er û Dag dikeve asta krîtîk

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er li girtîgeha Hewlêrê 43 roj e di greva birçîbûnê de ne. Apê Abdurrahman Er diyar kir ku rewşa biraziyê wî roj bi roj xirabtir dibe.

Rewşa Er û Dag dikeve asta krîtîk
29 hezîran, 2023   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin û cezayê îdamê li wan hate birîn, mafên wan têne binpêkirin. Ji bo dawî li zext û binpêkirina mafên mirovan bê anîn, gelek caran ketin greva birçîbûnê. Herî dawî di 18'ê Gulanê de ji ber zexta lixwekirina kincê yektîp û dewamkirina binpêkirina mafên mirovan ketin greva birçîbûnê.

Li gorî nûçeya ANF’ê Necmettîn Er ê apê Abdurrahman Er diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya biraziyê wî û Mazlûm Dag roj bi roj xirabtir dibe û got: "Rewşa biraziyê min û Mazlûm gelekî xerab e. Di bin tecrîdeke giran de ne. Em nikarin têkiliyê bi wan re deynin. Li ser hevalekî li kampa Mexmûrê em agahiyan werdigirin. Greva wan kete roja 43'yan. Li gorî agahiyên gihîştine me, rewşa biraziyê min gelekî krîtîk e. Pirsgirêka şekir bi biraziyê min re heye. Wek malbat em gelekî bi fikar in. Biraziyê min 20 kîlo kêm kiriye. Rewşa Mazlûm hinekî baştir e. Tevî ku di greva birçîbûnê de ne B1'ê nadin wan. Wekî ku ew di rojiya mirinê de ne. Em nikarin agahiyên baş ji wan wergirin. Me parêzerek şand, çû û hat lê encam nîn e."

Necmettîn Er anî ziman ku li gorî daxwaza dewleta Tirk Abdurrahman Er û Mazlûm Dag hatine tecrîdkirin û got: "Lixwekirina kincê bi yek tîpî li wan ferz kirin. NJi ber ku wan qebûl nekirin êşkence û kiryarên xerab li wan kirin. Destpêkê êşkenceya fîzîkî hinekî kêm bûbû, lê vê carê xistine hucreyên yek kesî, her wiha li korîdorê, bi deriyan ve kelepçekirî bi saetan têne rawestandin."

Necmettîn Er got li nav raya giştî bêdengî û xemsarî heye û diyar kir ku wan hevdîtin bi Rêxistina Efûyê ya Naventeweyî re kirin û wiha axivî: "Rayedar ji min re got ku çi ji destê wan bê ew ê bikin. Lê belê got, ji ber ku li Başûrê Kurdistanê şaxê wan nîne ew ê bi rêya buroya li Bexdayê agahiyê bide. Muxatabekî yekser nîne. Wê hewl bidin bi rêya buroya li Bexdayê giliyê min bişopînin."

Daxwazên Abdurrahman Er û Mazlûm Dag wiha ne: Dawî li îşkence û kiryarên xerab bê anîn. Lixwekirina kincên yektîp neyê ferzkirin. Dawî li hiştina li yek hucreyê bê hiştin, her du jî li heman odeyê bêne bicihkirin.