Bi hezaran kesî serdana goristanên şehîdan kir
Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sibeha Cejna Qurbanê de serdana goristanên şehîdan ên li herêmê kir.
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di saetên serê sibehê de piştî ku nimêja cejnê kir, berê xwe da goristanên şehîdan.
Girseyên gel berê xwe da goristanên “Şehîd Xebat Dêrik li Dêrikê, Şehîd Dilşêr li Dugirê, Şehîd Delîl Saroxan li Qamişlo, Şehîd Îsmaîl li Amûdê, Şehîd Dijwar li Hesekê, Şehîd Rustem Cûdî li Dirbêsiyê, Şehîd Dicle li Kobanê û goristanên şehîdan li Til Temir, Reqa, Dêrazor, Şedadê, Tebqa û Şehbayê” yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Li goristanan, şêniyên herêmê û malbatên şehîdan gul danîn ser gorên zarokên xwe, cejn li hev pîroz kir, şerkir û şêranî belav kirin, bixwîr pê xistin û ayatên Quranê xwendin.
Bi destpêkirina Şoerşa 19`ê Tîrmeha 2012`an re çanda serdana goristanên şehîdan di sibehên cejnê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş ket.
(c)
ANHA
<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QhBf1nrFaTM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>