Bi hezaran li Şehbayê siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin
Bi hezaran koçberên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma “Ji bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ya li hember tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan re na” derketin xwepêşandanê û nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtinê pê re, nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk dane Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xist.
Bi deh hezaran koçberên Efrîn û xelkê Şehbayê li ser rêya di navbera gundê Til Qirah û Kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê de kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir.
Xwepêşandan li qada sereke ya Kampa Serdemê rawestiya û veguherî mitingê. Li qadê endama rêveberiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Xebat Efrîn axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker û ji zêdetirî 2 sal û nîv ve tecrîdeke giran li Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bi hiceta birîna cezayên bê wate, qedeze dike.”
Xebat Efrîn wiha domand: “Nameya gefxwarinê ya ku dane Rêber Abdullah Ocalan, bi rastî ya desthilata Tirk e ji ber ku nekarîn gel ji rêbertî qut bikin. Her wiha nekarîn fikrê azad ê Rêber Abdullah Ocalan têk bibin ku di singê dîktatoriyê de bûye xencerek.”
Xebat Efrîn destnîşan kir ku koçberên Efrînê û niştecihên Şehbayê şopdarên fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in, heta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were û tevahî herêmên dagirkirî rizgar bibin.
Endama Rêveberiya Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Necah Hisên axivî û destnîşan kir ku jin dê şopdarên rêya Rêber Ocalan bin ku rêya azadiyê ji jinan re ronî kir.
Her wiha Necah siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got ew nahêlin mîna van siyasetan li dijî wê pêk werin.
(şx)
ANHA