KNK’ê Cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir

Konseya Rêveber a KNK’ê, Cejna Qurbanê li tevahiya alema Îslamê pîroz kir û got: “Em bi hêvî ne ku gelê me wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad cejn û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike.”

KNK’ê Cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir
27 hezîran 2023   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN 

Konseya Rêveber a KNK’ê, bi boneya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KNK’ê diyar kir ku di cejnê de jî li tevahî Kurdistanê êrîşên bi armanca qirkirina gel berdewam in û wiha got: “Sibê cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li seranserê Kurdistanê êrîşên bi armanca qirkirina gelê me berdewam in. Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirin. Dagirkerî û gefên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin. Li Rojhilata Kurdistanê ji heşt mehan zêdetir e bi dirûşmeya, “Jin, jiyan, azadî” serhildanek heye. Li Rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel zêdetir bûne û pirsgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî berdewam in, pirsgirêkên herêmên dabirayî heta niha nehatine çareserkirin û êrîşên dewleta Tirk jî lê zêde bûne. Di heman demê de êrîşên li ser Rojava jî berdewam in.”

KNK’ê, bang li hemû Kurdistaniyan kir ku li hember êrîş û dagirkerîyê rabibin û nêrazîbûna xwe li hember dagirkeran zêde bikin.

Konseya Rêveber a KNK’ê, di dawiya daxuyaniyê de ev peyam da: “Em bi hêvî û me bawerî pê heye ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê boneyê em Cejna Qurbanê di sêrî de li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li hemû alema Îslamê pîroz dikin.”