Sûriye, Lîbya û Başûr rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa rewşa Sûriyeyê, aloziya Lîbyayê û geşedanên li Başûrê Kurdistanê kir.

Sûriye, Lîbya û Başûr rojevên rojnameyên erebî ne
27 hezîran, 2023   07:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê der barê rewşa Sûriyeyê de bi sernavê “Li Idlibê şer û bêdengiya Tirkiyeyê: Astana rewşeke nû li ser erdê ferz dike” nûçeyek belav kir. Di nûçeya rojnameyê de wiha hate gotin: “Heyet Tehrîr El Şam bi balafirên bêmirov ên biçek û topan êriş birin ser herêmên sivîlan ên li derdora Lazîqiyê û Hemayê. Çend saet piştî wê, artêşa Sûriyeyê bi hevkariya hêzên hewayî yên Rûsyayê bersiv da û êriş bir ser cihê ku êriş jê hatine kirin. Her wiha hin deverên girêdayî komên ji Ozbekistan û Tirkistanê yên girêdayî Heyet Tehrîr El Şamê. Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, di wan êrişan de hin nuqteyên wan koman, depoyeke çekan û xetên piştgiriyê hatin rûxandin û îmhakirin.

Li gorî hin çavkaniyan jî, di êrişan de du odeyên kontrolkirina balafirên bêmirov ên biçek jî hatine rûxandin. Piştî bersivdayîna xurt a Sûriye-Rûsyayê, dîmenên bombebaranê jî hatin parvekirin. Balkêş e ku Enqere ya ku her tim tevgerên artêşa Sûriyeyê rexne dike, li hember wan geşedanan dengê xwe nekir.”

‘LÎBYA: ÎNSIYATÎFA BATÎLÎ CAREKE DIN DERDIKEVE PÊŞ’

Rojnameya El Beyan jî têkildarî rewşa Lîbyayê nûçeyek parve kir. Tê de hat destnîşankirin ku li gel hevdîtinên di navbera şandeyên navneteweyî û hêzên hundirîn de, lîbyayî li benda tedbîr û helwestan in ku di rojên pêş de werin girtin û wiha dewam kir: “Çavdêrên rewşê texmîn dikin ku nûnerê navneteweyî Ebdullah Batîlî bendên însiyatîfa xwe ya ku di Sibata borî de ragihandibû, pêk bîne.”

Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da nêrînên şîrovekarê siyasî Cibrîl El Ubeydî. El Ubeydî anî ziman ku şandeya navneteweyî dê serî li planeke nû bide, dibe meclisa nûneran û meclisa dewletê jî derbas bike û got: “Ji ber vê yekê Xalid El Muşerî însiyatîfa xwe ya dawî pêşkêş kir.”

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku aliyên Lîbyayê dibêjin ku niha di asta herêmî de hin guhertin li însiyatîfa Batîlî tên çêkirin ji bo hemû alî, bi taybet her du meclisên nûneran û dewletê, deshilata rêveber û aliyên li ser erdê erê bikin.

‘NAKOKIYÊN PDK-YNK`Ê’

Rojnameya El Ereb jî der barê rewşa Başûrê Kurdistanê de nûçeyek weşand û wiha nivîsî: “Ji dema ku her du partiyên sereke qebûl kir ku dest bi dan û standinan bikin, li Kurdistana Iraqê rewşeke hêviyê heye. Lê belê şîrovekar dibêjin bidawîkirina nakokiyên her du partiyan ne pêkan e û destnîşan dikin ku nakokî ne tenê li ser hin mijarên girêdayî hilbijartinan an dozên hikumetê ne, lê belê şerê serweriyê yê her du aliyan e.”

(c)

ANHA