Li Efrînê 4 welatî hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 welatiyên gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê revandin.

Li Efrînê 4 welatî hatin revandin
26 hezîran, 2023   12:39
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku ji navçeya Şêrawayê ya kantona Efrîna dagirkirî hatine girtin, çeteyên navê ewlehiya siyasî li xwe dikin 4 welatiyên gundê Kurzêlê revandin.

Li gorî çavkaniyên navên kesên hatine revandin wiha ne: Ferhad Ehmed Wehîd, Mihemed Ehmed Wehîd, Aldar Ehmed Ebdo, Rêzan Hisên Osman.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan, kesên revandine birin cihekî ne diyar.

(bb)

ANHA