Sergey Vershinin li Şamê ye

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin dê bi Esed û Miqdad re bicive.

Sergey Vershinin li Şamê ye
26 hezîran, 2023   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê ji medyaya Rûsyayê re got, çîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin dê îro di serdana xwe ya li Şamê de bi Beşar Esed û Feysel Miqdad re bicive.

Ev serdana Vershinin a li Sûriyeyê piştî çend rojan ji civîna cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, hikumeta Şamê, Îran û Tirkiyeyê ya li Astanayê ya ji bo normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê pêk tê.

(bb)