​​​​​​​Greva girtiyan 40 roj e didome

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, li hemberî zexta lixwekirina cilên yektîp û kiryarên xirab, 40 roj e di greva birçîbûnê de ne.

​​​​​​​Greva girtiyan 40 roj e didome
26 hezîran, 2023   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er herî dawî ji ber zexta lixwekirina cilên yektîp di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 40’an de didome.

Dag û Er li dijî kiryarên xirab û îşkenceyê di 28’ê Îlona 2022’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û ji ber ku daxwazên wan wê demê hatibûn qebûlkirin, di roja 14’an a grevê de çalakî bi dawî kiribû.

Her wiha her du girtî di 13’ê Sibata 2022’yan de jî li hemberî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayîn ku dê dawî li binpêkirinan bê anîn, çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû.

Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê Tirk Osman Kose êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan jiyana xwe ji dest da. Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin.