Li herêmên hikumeta Şamê aloziya debarê rê li dizî û fuhuşê vedike

Li herêmên serweriya hikumeta Şamê ji ber kêmbûna mûçeyên karmendan û bilindbûna rêjeya bêkariyê rewşa jiyanî her diçe xirabtir dibe. Vê yekê rê li zêdebûna sûcan, şebekeyên dizî û fuhuşê vekiriye.

Li herêmên hikumeta Şamê aloziya debarê rê li dizî û fuhuşê vedike
26 hezîran, 2023   05:48
ŞAM

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de enfloasyon zêde dibe û lîreya Sûriyeyê her ku diçe nirxê xwe winda dike. Di encamê de nirxê kel û pelan û pêwîstiyên sereke yê jiyanê bilind dibin. Li beramberî wê jî mûçeyên karmendên hikumetê wekî xwe dimîne. Di encamê de rewşa debarê ya welatiyan dijwartir dibe. Ya ku vê rewşê aloztir dike qanûna îstîfayê ku li gorî wê karmendên hikumetê neçar in 30 salan di kar de bimînin û daxwazên îstîfayê yên karmendên ku kêmî 30 salî li ser kar bin, tên redkirin.

Mûçeya mehekê ya karmendên hikumeta Şamê derdora nêzî 131 hezar lîreya Sûriyeyê an ku 14 dolar û nîv li gorî sûkên reş e. Li gorî rapor û lêkolînan, pêdiviya malbateke sûriyeyî ya ji bo jiyaneke normal mehane bi 4 milyon lîreyên Sûriyeyê an ku nêzî 446 dolaran heye. Lê pirsa ku xwe dide der, gelo li herêmên hikumeta Şamê malbateke, bi taybetî karmendek hikumetê çawa dikare debara xwe bi cih bîne? bersivên ku derketin pêş vê dide nîşandan ku aloziyeke rasteqîn a derbarê li van herêman heye.

M.S. di Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê de dixebite, ji ber rewşa ewlehiyê nexwest navê xwe yê rast aşkere bike anî ziman ku mûçeya hikumetê têra pêdiviyên herî besît ên jiyanê nake û got: "Danekî li gel hikumetê kar dikim û danekî din karekî din dikim ku ne li gorî asta karnameya min e. Lê herî kêm ez hewl didin hevsengiyekê di navbera heqdestê kêm ku digirim û pereyên ku em xerç dikin de çêbikim."

M.S. destnîşan kir ku ji ber koçberiya ciwanan rojane kêmanî di qada tenduristiyê ya ku lê kar dike de derdikeve û wiha domand: "Li tevahî Sûriyeyê hejmara  bijîşkên bencê derdora 47 bijîşk e. Ji ber qanûna hikumeta ya temanê îstîfa û yê karbesiyê kesên ku xwendina xwe diqedînin ji karên li gel hikumetê dûr dikevin û diçin derveyî welat. Mixabin dibînim ku ji ber krîzên dil û zextên derûnî ji nişka ve ciwan jiyana xwe ji dest didin."

Jina bi navê Nadiya Cizmatî ya ji Şamê jî diyar kir ku pereyên ji derve ji derve digire, rêbazeke ku bandorê bilindbûna bihayan sivik dike û hinekî pêdiviyan dabîn dike.

Nadiya Cizmatî wiha domand: "Lê pereyên ku ji derve ji me re tên ne daîm in. Em ditirsin ku di her demekê de ev pere werin qutkirin. Tu hêviya me tune ye ku mûçeyan werin zêdekirin an jî rewşa buhayan were kontrokirin. Buhayên kel û pelan heftane bilind dibin. Her malbeteke sûriyeyî bi dabînkirina qûta jiyanê ya rojane re ku êdî dijwar e mijûl e. Malbata ku pişta xwe nade pereyên derve lêçûnên xwe kêm dike û xwarina wê ne birêxistinkirî ye."

ŞEBEKEYÊN FUHÛŞ Û DIZIYÊ

Li gorî raporên navneteweyî, li Sûriyeyê ji sedî nêzî 90 malbat di xeta xizantiyê de ne û ji sedî zêdetirî 50 malbat bi tunebûna ewlehiya xwarinê re rû bi rû ne. Ji ber vê aloziyê tundî û xebitandina zarokan zêde dibin.

Çalakgerekî sivîl ê ji Siwêdayê ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe aşkera bike got: "Krîza aborî ya ku gelê Sûriyeyê ji salan êşa wê ve dikişîne, ji rewşa aborî ya krîz û veguherî rewşa debarê ya têkçûyî.  Bêkarî zêde dibe. Karmend û karker di rojê de 2 dewaman û zêdetirî 10 saetan dixebitin, lê dîsa jî nikarin pêdiviyên sereke yên jiyanê bi cih bînin. Bi wê re şebekeyên fuhuş û diziyê belav bûn. Di encama siyaseta birçîkirinê û hikumeta kor a ku guh nade êşa gel qîmeta ferd bûye sifir. Hikumet bazaran dike. Ev bazar bazirganên aloziyê li ser hesabê êşa gel dewlemend dikin. Mûçe kêm in, karmendên hikumetê bi qanûnan ve girêdayî ne û rola sazî û sendiqeyan a ji bo başkirina rewşê tune ye."

Çalakger wiha domand: "Wezareta Kar û Barên Civakî di xeweke giran de ye û bi hincetên ne di cih de hêdî hêdî destekê kêm dike. Welatiyên ku sûdê ji van destekê digirin ji sedî 5 tenê ne. Lê der barê mijarê kêmkirina budceyê de jî ev têrê karmend û karbesê dewletê nake. Ji lew re pêdivî bi têkoşîna li dijî gendeliyê û pêkanîna edaletê bacê heye. Divê derfetên kar û pêdiviyên berhemdanê werin peydakirin. Divê mûçeyên karmendan werin zêdekirin. Di heman demê de divê desteyên têkildar dezgehên çavdêriyê aktîv bikin û rewşa sûkan û zimhêrê bişopînin."

Heta niha tu nîşaneyên çareseriyê an jî planên stratejîk ku dawî li aloziya debarê bînin, xuya nakin. Berevajî vê yekê ji ber van aloziyan, sûc û xizanî roj bi roj zêde dibin.

(fr/bb)

ANHA