Yasir Silêman: Rêveberiya Xweser tirs xistiye dilê dewleta Tirk a dagirker

Cîgirê Hevseroketiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir Silêman destnîşan kir ku encamên civîna Astana ne li gor berjewendiyên gelê Sûriyeyê ne û piştrast kir ku serkeftina Rêveberiya Xweser di parastina herêmê de û beyannameya wê ya dawî û biryara darizandina çeteyên DAIÇ'ê, tirs xistiye dilê dewleta Tirk a dagirker.

Yasir Silêman: Rêveberiya Xweser tirs xistiye dilê dewleta Tirk a dagirker
26 hezîran, 2023   04:49
REQA – EHMED EL ESAF

Dewleta Tirk a dagirker di dema dawîn de êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran kirin, di 20'ê Hezîranê de balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker êrişek li dijî herêmê pêk anî di encamê de Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevseroketiyê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd bûn.

Cîgirê Hevseroketiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman ji ajansa me re destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê di çarçoveya êrişên bi armanca guhertina demografiya herêmê û dagirkirina xaka Sûriyeyê de ne.

Silêman got: "Her tim berî civînên ku tê de Tirkiye, Rûsya û Îran dicivin dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe girantir dike. Ew civîn jî tu carî ne li gorî berjewendiya gelê Sûriyeyê bûn, berovajî wê ew rê dide dagirkeriyê nexasim di çarçoveya lewazkirina hikumeta Şamê de."

Silêman destnîşan kir ku gelek nêzîkbûnên herêmî û navneteweyî li herêmê hene, her wiha gelek guhertin û lihevkirinên siyasî jî hene ku tu carî ne li gorî berjewendiya gelê Sûriyeyê ne, bi taybetî jî ew lihevkirinên bi dewleta Tirk a dagirker re ya ku dixwaze kirîza xwe ya hundirîn derbasî derdorê bike.

"DARIZANDINA ÇETEYÊN DAIŞ'Ê TIRSÊ DIXE DILÊ DEWLETA TIRK A DAGIRKER"

Silêman wiha lê zêde kir: "Beyannameya çareseriya kirîza Sûriyeyê ya ku Rêveberiya Xweser ragihandiye û biryara darizandina çeteyên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tirs xiste dilê dewleta Tirk a dagirker û hişt ku ew êrişên xwe li dijî herêmê girantir bike."

TIRKIYE Û RÛSYA HEWL DIDIN DESTEKÊ BIDIN HIKUMETA ŞAMÊ

Silêman wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku li ser kêndiran bilîze; carekê xwe dide aliyê Amerîka û carekê jî berê xwe dide Rûsyayê, ku Rûsya jî dixwaze bi rêya rejîma Sûriyeyê dest deyne ser bîrên petrolê yên Sûriyeyê. Bêguman ev mijar tevlihev e, ji ber ku ew ne li gor îradeya gel a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

Silêman di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku serkeftina tecrubeya Rêveberiya Xweser di parastina yekitiya xaka Sûriyeyê de hişt ku Rûsya û Tirkiye li dijî wê bisekinin û desthilata rejîma Sûriyeyê vegerînin, her wiha ajandeyên xwe jî li herêmê pêk bînin.

(mh/şx)

ANHA