Şehîd Zîlan li Beyrûtê hate bibîranîn

Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê ji bo bîranîna şehîd Zeyneb Kinaci panelek li dar xist.

Şehîd Zîlan li Beyrûtê hate bibîranîn
25 hezîran, 2023   16:13
BEYRÛT

Endamên Kongra Star, nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), nûnerên Rêveberiya Xweser a Lubnanê, Komeleya Jîn a Jinan, Weqfa Newroz û bi dehan kurdistaniyên li Lubnanê tev li panelê bûn.

Di panelê de endamê têkiliyan a Kongra Star a Lubnanê, Henan Osman nameya şehîd Zîlan xwend ku ji Rêber Abdullah Ocalan re beriya şehîd bibe şandiye.

Dûre endama Komeleya Jîn, Sewsen Mihemed behsa kurtedîroka şehîd Zîlan kir.

Di dawiya panelê de beşdaran bi berzkirina sloganan, berxwedana şehîdan silav kir.

(şx)