​​​​​​​Li Tebqayê 2 bazirganên pereyên sexte hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 bazirganên dolarê sexte li Tebqayê girtin ku bi wan re zêdetirî 37 hezar dolarê sexte hebûn.

​​​​​​​Li Tebqayê 2 bazirganên pereyên sexte hatin girtin
25 hezîran, 2023   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wê li Tebqayê 2 bazirganên dolarê sexte girtine.

Hêzê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: “Hêzên me yên têkoşîna li dijî sûcan 6`ê Hezîranê, 2 bazirganên dolarê sexte li Tebqayê girtin. Di çarçoveya şopandina domdar de, ji bo tunekirina diyardeya diravê sexte û piştî xebatên lêgerînê û şopandinê, komkirina belgeyan û delîlan, endamên me 2 kesên ku bazirganiya dolarê sexte dikin, bi kemînekê girtin. Bi wan re 37 hezar û 550 dolarê sexte hebûn.

Li gorî qanûn û pergalên li herêmê, ew ji Desteya Dozgeriya Giştî re hatin veguhastin da ku cezayê adil li wan bê birîn.”

(şx)

ANHA