Panela bi navnîşan 'Derbaskirina zayendperestiya civakî' 

Tevgera ciwanên Şoreşger a kantona Efrîn û Şehba bi navnîşan "Derbaskirina zayendperestiya civakî" panelek hate li darxistin.

Panela bi navnîşan 'Derbaskirina zayendperestiya civakî' 
25 hezîran, 2023   16:57
ŞEHBA

Tevgera Ciwanên şoreşger a Kantona Efrîn û Şehba li hola Serdemê ya navçeya Ehdasê ya Şehbayê panelek bi navnîşan "Derbaskirina zayendperestiya civakî" bi beşdarbûna bi dehan ciwanan hate li darxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê dîwana panelê ya ji Berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger Zelal Ebdo û endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Zîn Henan pêk tê, panel bi rêve bir.

/ar/uploads/files/2023/06/25/165940_sehba-panel-ya-tevgera-ciwanen-soresger-28529.webp

Zîn Henan bi xerhatina nêvan kirin. Her wiha Zelal Ebdo panel bi rêve bir.

Mijara derbaskirina zayendperestiya Civakî bi zimanê kurdî û Erebî ji hêla endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger Yara Henan û Hene Îbrahîm xwendin. Di panelê de hate gotin: "Zayenperestî mijarek ku divê rast were tehlîlkirin û fêmkirin. Ji ber ku heya em rast tehilÎl nekin, em nikarin bandora wê ya li ser jiyana însan bidin nirxandin.

Li hemberî zayendperstiya di nava me de hatiye avakirin, divê em têkoşîn bikin da ku em jê xelas bibin. Çareseriya ku em dikarin bi hêsanî xwe jê xelas bikin, dema em fikr û felsefeya Rêber Apo baş nas bikin û bi perwerdekirin em dê azad bibin. "

Di dawiya panêlê beşdarvanan li ser derbaskirina zayendperestiya civakî nîqaş kir.

(zş/şx)

ANHA