"Destanên lehengiyê bi zendên keç û xortên me tên nivîsandin"

Şêniyên navçeya Amûdê di merasîma xiyabî ya şehîd Êrîş Event de destnîşan kir ku keç û xortên wan destanên lehengiyê li dijî dijmin û planên dagirkeriyê dinivîsînin.

25 hezîran, 2023   14:59
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo merasîma xiyabî ji bo şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Besam Mehmûd (Êrîş Event) li dar xist ku di 21'ê Hezîrana 2022'yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de şêniyên navçeyê, bajarok û gundên wê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, leşkerî û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û endamên Kongra Star a navçeyê beşdar bûn.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Êrîş a li gundê Xirbet Xezal ê navçeya Amûdê hat vegirtin.

Di serî de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Zîwer Elî sersaxî da malbata şehîd û got: "Îro destanên lehengiyê bi zendên keç û xortên me li dijî dagirker û dijminan tên nivîsandin."

Her wiha, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Bêco destnîşan kir ku komployên li dijî Kurdistanê ji 100 salan ve didomin û got: "Divê hemû welatparêz asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin û xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin da ku li dawiyê serkeftinê bi dest bixin."

Berxwedan Bêco soza domandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd Êrîş hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin.

(mh/şx)

ANHA