Rêveberiya Xweser bi boneya Cejna Qurbanê betlane ragihand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Qurbanê ji bo hemû deste û saziyên xwe betlane ragihand ku tenê ji bo deste û komîteyên çandiniyê û navendên wergirtina genim betlane rojek tenê be.

Rêveberiya Xweser bi boneya Cejna Qurbanê betlane ragihand
25 hezîran, 2023   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Qurbanê 2 biryarnameyên bi hejmarên /24/ û /25/ derxistin.

Biryarnameya bi hejmar 24 wiha ye:

1- Hemû dezgeh û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja sêşemê 27.06.2023`ê heta roja şemiyê 01.07.2023`ê dikin betlane, ji bilî saziyên ku karê wan berdewamiyê dixwazin.

2-Kesên peywendîdar tên agahdarkirin.

Biryarnameya bi hejmar 25 wiha ye:

2- Ji bilî biryarnameya hejmar/ 24 / a dîroka 25-6-2023`ê, Deste û komîteyên çandiniyê û navendên wergirtina genim hatine derxistin, da ku karê cotkaran hêsan bikin û wan li benda demên dirêj nebin.

2-Bi Boneya Cejna Qurbanê (desteyên çandiniyê - komîteyên çandiniyê navendên wergirtina genim) betlaneye dê tenê rojekê bên girtin.

3-Di betlaneya Cejna Qurbanê de demjimêrên kar tên dirêjkirin û di nav rayedaran de dibe sîstemek guhertinê (Desteyên Çandiniyê - Komîteyên Çandiniyê - Navendên wergirtina genim)

4- Kesên peywendîdar tên agahdarkirin.”

(mh/şx)