Pêkhateyên Hesekê êrişên dagirkeriyê û tecrîd şermezar kirin

Pêkhateyên Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku sûcan li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi heman zihniyetê tên kirin.

Pêkhateyên Hesekê êrişên dagirkeriyê û tecrîd şermezar kirin
Pêkhateyên Hesekê êrişên dagirkeriyê û tecrîd şermezar kirin
Pêkhateyên Hesekê êrişên dagirkeriyê û tecrîd şermezar kirin
Pêkhateyên Hesekê êrişên dagirkeriyê û tecrîd şermezar kirin
Pêkhateyên Hesekê êrişên dagirkeriyê û tecrîd şermezar kirin
Pêkhateyên Hesekê êrişên dagirkeriyê û tecrîd şermezar kirin
Pêkhateyên Hesekê êrişên dagirkeriyê û tecrîd şermezar kirin
25 hezîran, 2023   13:09
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û navçeya Şedadê bi du meşên cuda tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.

Meşa li bajarê Hesekê ji pêşiya Çerxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecer dest pê kir û heta Parka Rêber Abdullah Ocalan a li taxa Nasire dewam kir.

Li Parka Rêber Abdullah Ocalan meş vegerî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Jînda Elî axivî. Jînda diyar kir ku dewletên kapîtalîst bi komplo û dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan xwestin çand û zimanê kurdî tune bikin.

Jînda anî ziman ku Rêber Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand navenda çandê û ji wir bi dehan pirtûkên dîrokî, çandî û zanistî derketin û li cîhanê belav bûn.

Jînda êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya navneteweyî ya li hember wan êrişan şermezar kirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Farûq Tozo jî axivî û destnîşan kir ku êrişên Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldaneke têkbirina tecrûbeya demokratîk a gelên herêmê ye.

Farûq Tozo anî ziman ku sûc û binpêkirinan li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi heman zihniyetê tên kirin û heman alî pêk tîne.

Meclisa Navçeya Şedadê jî bi hevkariya Kongra Star bi heman armancê li bajarokê Erîşa meşek li dar xist. Meş ji pêş Şaredariya Gel a Erîşa dest pê kir û heta meclisa bajarok deawm kir.

Di meşê de Endama Rêveberiya Mala Jinan a Erîşa Sûad El Ebdullah axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan, bi taybet êrişa li dijî hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiweş şermezar kir û got: "Ev şehîd, bi fedekarî û têkoşîna xwe bûn sembolên têkoşîna me.”

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan jî Zehra El Ebdullah axivî. Zehra êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û got ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirkirinê pêk tîne.

(fr/c)

ANHA