Şehîdên Komkujiya Kobanê bi şanoyekê hat bibîranîn

Şehîdên Komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an a ku çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê pêk anîbû, bi şanoyekê hatin bibîranîn.

Şehîdên Komkujiya Kobanê bi şanoyekê hat bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Kobanê bi şanoyekê hat bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Kobanê bi şanoyekê hat bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Kobanê bi şanoyekê hat bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Kobanê bi şanoyekê hat bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Kobanê bi şanoyekê hat bibîranîn
25 hezîran, 2023   12:55
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Kobanê ya ku çeteyên DAIŞ'ê 25'ê Hezîrana 2015'an pêk anîbû, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de endamên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û xwendekarên Zanîngeha Kobanê şanoyek li ser komkujiyê pêşan da. Derhênerê şanoyê Ehmed Muşîd e.

Şano bi amadebûna bi sedan xelkê Kobanê û malbatên şehîdên komkujiyê li ser dika Navenda Baqî Xido hate pêşandan.

Beriya şano dest pê bike, hevserokê Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ya Herêma Firatê Silêman Silêman diyar kir ku zarokên Kobanê di sala 2014'an de li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ'ê sekinîn û destanên lehengiyê nivîsandin. Her wiha got, bi komkujiyê xwestin tola binkeftina çeteyên DAIŞ′ê ya li Kobanê hilînin.

Silêman anî ziman ku tevahî dewlet beşdarî komkujiyê bûbûn hewl didin vê komkujiyê dubare bikin û wiha domand: ''Destûr didin dewleta Tirk a dagirker da komkujiyên din li dijî gelê Kurd pêk bînin. Lê me ev yek derbas kir û em ji berê bihêztir in."

Endama Navenda Baqî Xido Leyla Ehmed diyar kir ku 25′ê Hezîranê rojeke biêş û reş e, roja ku dewleta Tirk a dagirker destûr da çeteyên DAIŞ′ê ku derbasî herêmê bibin û komkujiyan pêk anîn. Leyla Ehmed got: "Em soz didin şehîdên xwe em ê tola we hilînin."

Piştre şano hat pêşandan. Şano li ser komkujiya çeteyên DAIŞ′ê li dijî xelkê kantona Kobanê pêk anîbû ye ku di encamê de 272 welatiyên gundê Berxbotanê şehîd bûbûn. Di şanoyê de bal tê kişandin ser fikra tundraw a çeteyan e ku perwerde ji hêla MÎT′ê ve dîtine. Her wiha balê dikişîne ser berxwedana şêniyan a li hemberî DAIŞ û planên dewleta Tirk a dagirker û girêdana şêniyan a bi xaka xwe ve.

Şano bi diruşmên "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

(fr)

ANHA