Şehîd Zîlan li 3 navçeyan hat bibîranîn

Têkoşera fedaî Zeyneb Kinaci (Zîlan) di salvegera 27'an a şahadeta xwe de li Dêrikê, Çilaxa û Girkê Legê hat bibîranîn.

Şehîd Zîlan li 3 navçeyan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 3 navçeyan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 3 navçeyan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 3 navçeyan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 3 navçeyan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 3 navçeyan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 3 navçeyan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 3 navçeyan hat bibîranîn
25 hezîran, 2023   13:12
QAMIŞLO

Ji bo boneya salvegera 27'an a şehadeta Zeyneb Kinaci (Zîlan), Kongra Star li navçeyên Dêrik, Çilaxa û Girkê Legê yên kantona Qamişloyê merasîmên bîranînê li dar xistin. Bi dehan şênî beşdarî merasîman bûn.

Di merasîma li Dêrikê de rêvebera Kongra Star a Dêrikê Fatme Silêman li ser têkoşîna şehîd Zîlan axivî û got, şehîd Zîlan temsîla ruhê berxwedan û vîna azad a jinan dike û bi hezaran jin li ser xeta wê dimeşînin.

Di merasîmê de belgefîlmek li ser têkoşîna şehîd Zîlan hate pêşandan.

Di bîranîna li Çilaxa de jî endama Kongra Star Jiyan Yûnis axivî. Jiyan diyar kir ku şehîd Zîlan wêrekî û îradeya xwe ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan girtin û ji dijmin re îsbat kir ku tu kes nikare vê felsefeyê têk bibe. Her wiha anî ziman ku fedakariyên şehîdan ji tevahî jinên azadxwaz re bûye mîrasek.

Piştre endama rêveber a Kongra Star Semer Hisên nameya şehîd Zîlan xwend û sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Zîlan û têkoşîna jinên pêşeng hat pêşandan.

Di bîranîna li Girkê Legê de, endama Kongra Star Zeyneb Mihemed axivî û got, şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fedaî ji jinên azadîxwaz re bû hêz û mîrase. Her wiha soza şopandina xeta şehîdan da.

Bîranîn bi diruşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bûn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3x4ifCcQEWI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>