'Em bi têkoşînê dawî li dagirkeriyê bînin'

Şêniyên navçeya Til Koçer a girêdayî kantona Qamişlo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê heta dawîanîna li dagirkeriyê têkoşînê bilind bikin.

'Em bi têkoşînê dawî li dagirkeriyê bînin'
'Em bi têkoşînê dawî li dagirkeriyê bînin'
'Em bi têkoşînê dawî li dagirkeriyê bînin'
'Em bi têkoşînê dawî li dagirkeriyê bînin'
'Em bi têkoşînê dawî li dagirkeriyê bînin'
25 hezîran, 2023   11:32
QAMIŞLO

Kongra Star bi dirûşmeya “Birêxistinbûna jinan bersiva êrişên dagirkeriyê ye” li navçeya Til Koçer meşek li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeyê, endamên sazî û meclisan, rûspiyên eşîrên herêmê beşdarî meşê bûn.

Meşê ji pêşiya Parka Rêber Abdullah Ocalan a li navçeyê dest pê kir. Tê de dirûşmeyên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re hatin qêrîn û wêneyên şehîdên komkujiya dewleta Tirk a dagirker a 20`ê Hezîranê hatin bilindkirin.

Meş li sûka navçeyê veguherî mîtîngê. Li wir, piştî rêzgirtinê endama Kongra Star a Til Koçerê Emel Icêl axivî û êriş şermezar kirin.

Emel destnîşan kir ku jinên pêşeng ên ku di doza rizgariya jinan de têdikoşin tên hedefgirtin û got: “Armanc dikin ku di şexsê wan jinan de îradeya tevahî jinan bişikînin.”

Emel anî ziman ku ew ê rêya hevrêyên xwe bişopînin û dê ji bo bidawîkirina dagirkeriyê têkoşînê mezin bikin. Emel banga hevgirtin û yekitiyê li hember êrişan kir.

Meş bi dirûşmeyên mîna “Bijî Berxwedana Gelan” bi dawî bû.

(c)

ANHA