Bîlançoya qurbaniyên êrişên Rûsyayê giran dibe

Bîlançoya kesên di êrişên hewayî yên Rûsyayê yên dijî Cisir Şixûr û Idlibê de hatine kuştin û birîndar bûne derket 41`an.

Bîlançoya qurbaniyên êrişên Rûsyayê giran dibe
25 hezîran, 2023   11:20
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di êrişên hewayî yên Rûsyayê yên li dijî deverên li herêma “bêçek” de 11 kes hatine kuştin. Ji wan 9 kes li derdora Cisir Şixûr, 2 kes jî li derdora Idlibê hatine kuştin.

Di êrişan de 30 kes jî birîndar bûn. Rewşa hinek birîndaran giran e, lewma ihtimal heye ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

(c)