Zêdetirî 3 hezar xwendekaran karnameyên xwe wergirtin

Li Şehba û Şêrawayê 3 hezar û 153 xwendekarên astên navîn û amadehî karnameyên xwe wergirtin.

Zêdetirî 3 hezar xwendekaran karnameyên xwe wergirtin
25 hezîran, 2023   12:19
ŞEHBA

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê karmendên dawiya sala perwerdeyê ya 2022-2023'yan li 3 hezar û 153 xwendekarên astên navîn û amadehî belav kirin.

Li navçeya Şêrawa ya Efrînê û navçeyên kantona Şehbayê 2 hezar û 360 xwendekarên asta navîn (refên 7, 8 û 9) û 793 xwendekarên asta amadehî (refên 10 û 11) karnameyên xwe yên dawiyê sale wergirtin.

1'ê Hezîaranê desteyê karname li 13 hezar xwendekarên asta seretayî belav kiribû.

Tê payîn xwendekarên balkaloryayê dê destpêka Tîrmehê dest bi ezmûnan bikin.

Amabargoya ku hikumeta Şamê li ser kantonê fez kiriye û erdheja 6'ê Sibata borî bandoreke proseya perwerdeyê kir. Ji ber erdhejê hinek dibistan bi awayekî qismî û hinek jî bi temamî hilweşiyan. Di encamê de xebatên perwerdeyê demekê rawestiya, piştre jî desteyê perwerde di bin konan de berdewam kir.

(bb)

ANHA