Lihevkirina Kremlîn-Wagner şer bi dawî dike

Şerê ku serokê Wagnerê Yevgeny Prigogine derxistiye û di 24 saetên dawîn cîhan pê mijûl bûye, bi dawî bû. Piştî ku serokê Belarûs Alexander Lukashenko navbeynkarî kir, Prigogine ji Rûsyayê derket.

Lihevkirina Kremlîn-Wagner şer bi dawî dike
25 hezîran, 2023   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ku ji rojnamevanan re axivî, xalên lihevkirina di navbera serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokê Belarûs Alexander Lukashendko de ya di çarçoveya navbeynkariya Minsk a ji bo bidawîkirina şer de, eşkere kirin.

Hin xalên ku hatine eşkerekirin bi vî rengî ne; Hin çekdarên Wagenrê ku ji destpêkê de tevlî ′hemleya′ Prigogine nebûne, dikarin tevlî hêzên çekdar ên Rûsyayê û Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bibin û dozên qanûnî li dijî wan nayên vekirin. Hêzên Wagnerê dê vegerin baregehên xwe. Lê beşê ku naxwaze vegere baregeh û navendên leşkerî dê bi Wezareta Parastinê yê Rûsyayê re lihevkirinan îmze bike. Dê doza li dijî Prigogine hatiye vekirin, were girtin û ew biçe Belarûs.

Piskov diyar kir ku her du serokan Pûtîn û Lukashenko ‎li ser navbeynkariya Minsk di proseya çareseriyê de li hev kiriye û bal kişand ku navbeynkarî însiyatîfa şexsî ya Lukashenko bû.

Piskov anî ziman ku tiştê rû daye dê bandorê li rêveçûna ′operasyona leşkerî′ ya li Ukraynayê neke û got ku hêzên Rûsyayê bersivdayîna êrişa dijber a Ukraynayê bi serkeftî didomînin.

Berpirsê bajarê Rostov jî got ku hêzên Wagnerê ji bajêr derketine. Ajanseke rûsî jî ragihand ku tedbîrên ewlehiyê yên li rêyên li Rûsyayê hatine girtin, hatin rakirin.

Şerê ku serokê Wangerê bi fermandariya leşkerî ya Rûsyayê re derxistiye, hişt ku Pûtîn bi astengiyeke mezin re rû bi rû bimîne. Aloziya bi lez pêş dikeve li hundir û derveyî Rûsyayê gefan li Pûtîn dixwe. Nexasim ku Rûsya hem bi rêya hêzên Wanger, hem jî bi rêya artêşa Rûsyayê li Sûriye, Lîbya, Sûdan, Malî, Komara Afrîka Navendî xwedî serwerî ye.

(fr/c)