Koçberên Serêkaniyê: Çi dibe bila bibe, em dev ji axa xwe bernadin

Koçberên Serêkaniyê yên di nav Kampa Serêkaniyê de dimînin, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Koçberên Serêkaniyê: Çi dibe bila bibe, em dev ji axa xwe bernadin
22 hezîran, 2023   19:41
HESEKÊ

Bi sedan koçberên Serêkaniyê yên li Kampa Serêkaniyê dimînin, endamên saziyên sivîl li dijî êrişan derketin xwepêşandanê.

/ar/uploads/files/2023/06/22/190426_klystan-hajw-28large29.webp

Di xwepêşandanê de, endama Kongra Star a Kampa Serêkaniyê Gulistan Haco hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Em sersaxî didin gelê xwe û xwe.”

Gulistan wiha domand: “Bi şehîdbûna her hevalek, îsrara me zêdetir dibe da ku em destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.”

Gulistan Haco di dawiyê de got: “Em dev ji axa xwe bernadin. Em dê wefadarê şehîdên xwe bin.”

(şx)

ANHA