Şehîd Canşêr Şêrewa  bi merasîmekê hat oxirkirin

Cenazayê şervanê HRE'yê Canşêr Şêrewa yê ku di qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li Navçeya Ehrezê ya Şehbayê hate veşartin.

22 hezîran, 2023   16:00
ŞEHBA

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Ehmed Îbo (Canşêr Şêrewa) ji pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a li Şehbayê wergirtin, ku di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de di 14’ê Heziranê de bi giranî birîndar bûbû, tevî hemû mûdaxeleyan di 20’ê Heziranê de şehîd bû.

Karwanê wesayîtan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya Şehbayê ve kete rê.

Li goristanê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Sureya Hebeş axivî û sersaxî ji malbata şehîd û şêniyên Efrînê re xwest.

Sureye  wiha got: "tevahî gelê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê li hevdu xwedî derdikevin.Em jî li ser şopa şehîdên xwe bimeşin."

Sureya bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û got: "Ew tecrîda li ser Rêber Apo danîne, ka mafê mirovan bi taybet jî CPT bila agahiyekê ji Rêber me bînin. Em Rêber Apo bi tenê nahêlin, em li ser felsefeya wî mezin bûne. Ew mamosteyê me ye. Dewleta Tirk a dagirker tecrîd jî girantir dike da ku çareseriyê ji aloziyên li cîhanê re, neyê dîtin."

Li aliyekî din jî li ser navê Rêveberiya Xweser cîgirê Desteya Perwerdeyê ya herêma Efrîn û Şehbayê Fadil Çawîş sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Di şexsê Canşêr de em tevahî şehîdên xwe bi bîrtînin. Şehîdên me ku bi pênûseke ji xwînê, di nava rûpelên dîrokê de navên xwe nivisîn."

Çawîş di dawiyê de wiha got: "Ev felsefeya ku em li ser wê dimeşin, ji bo mirovahiyê hatiye pêşkeşkirin. Bingeha vê felsefeyê grava Îmraliyê ye. Li Îmraliyê tecrîda giran tê meşandin, bi vê yekê şerê taybet li dijî gel didin meşadin. Em ê jî li ser şopa şehîdên xwe bimeşin."

Li ser navê HRE`yê Karasoy Efrîn wiha got: "Em soz didin gel û şehîdên xwe ku em li ser riya şehîdên xwe bimeşin û em tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin. Em dizanin ku em di riya azadiyê de dibin aşiqê welatê xwe. Em dê soza xwe li hember gelê xwe nû bikin ku Efrîn wê rizgar bibe."

Di dawiyê de wesîqeyê şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşm û tîlîliyên dayikan hat oxirkirin.

(zş-şx)

ANHA