‘Bi sedan jin li ser xeta Zehra û Hebûnê têkoşînê didomînin’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn diyar kir ku şehadeta Zehra û Hebûnê bandor li sedan jinan kiriye û ew jin niha têkoşîna hevrêyên xwe didomînin û got "Li hemberî israra dewleta Tirk a qirkirina me, israra me ya jiyaneke birûmet û azad zêdetir dibe."

‘Bi sedan jin li ser xeta Zehra û Hebûnê têkoşînê didomînin’
22 hezîran, 2023   23:22
KOBANÊ

Di 23′yê Hezîrana 2020′an de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Helincê yê Kobanê maleke ku 3 jinên şoreşger lê bûn, bombebaran kir. Di encamê bombebaranê de komkujiyeke hovane pêk hat; xwediya malê Emîne Weysî, jinên pêşeng ên Şoreşa Rojava endamên Koordînasyona Kongra Star Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl şehîd bûn. Ev êrişa hewayî ya li Helincê ne ya yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne.

Qetilkirina jinan li cem dewleta Tirk a dagirker ne sûcekî nû ye. Beriya wê jî gelek kiryarên hovane li erdnîgariya Kurdistanê heta Ewropayê pêk anîn. Komkujiya Yekemîn a Parîsê ya sala 2013'an û Komkujiya Duyemîn a Parîsê ya 2022'yan, qetilkirina çalakgera Kurd Denîz Poyraz di sala 2021′ê de li bajarê Îzmîr ê Tirkiyeyê îsbatên vê yekê ne. Ji bilî van komkujiyan çeteyên DAIŞ′ê yên ku desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin, gelek komkujî li dijî jinên Kurd pêk anîn.

/kr/uploads/files/2023/06/22/173551_-2.webp

Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn diyar kir ku her çi qas jin di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkoşîna xwe xurt bikin, êriş jî dijwar dibin.

Macîde destnîşan kir ku bi saya projeya demokratîk jin êdî birêxistinkirî û rewşenbîr in û got jinên birêxistinkirî gefan li desthilata dewleta Tirk û rejîma wê ya dîktator dixwin.

Macîde Hesûn wiha got: "Şoreşa azadiyê bi pêşengiya jinên Kurd ji Kobanê dest pê kir. Li Kobanê bi destê jinên ku çek rakirin û li hemberî hêzên tarî rabûn DAIŞ têk çû. Ji lew re dijmin bi awayekî hov di şexsê jinan de bi taybet li Kobanê şoreşê hedef digire. Li vî bajarî xeyalê DAIŞ′ê û piştgirên wê têk çûn. Bi saya berxwedan û fedakariyên jinên Kurd ê mîna Arîn Mîrkan û Rêvana bi hezaran çete hatin kuştin."

Macîde anî ziman jin di hemû qadên şoreşê de pêşengiyê dikin, ji ber vê yekê kîna dewleta Tirk a li dijî jinan gihiştiye lûtkeyê û êrişên van salên dawîn ên li dijî jinan vê yekê îsbat dikin.

Macîde Hesûn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên xwe yên domdar armanc dike şêniyan bitirsîne û wan neçarî koçberiyê bike û di encamê de herêmê vala bike.

Macîde destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan ew e ku têkoşîna jinên azad têk bibe û wiha dom da axaftina xwe de: “Bila dewleta Tirk bizane şehadeta Zehra û Hebûnê bandor li sedan jinan kir û tev li têkoşîna şoreşgerî bûn. Li hemberî israra dewleta Tirk a qirkirina me, israra me ya jiyaneke birûmet û azad zêdetir dibe."

Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn di dawiyê de behsa nokerên ji dewleta Tirk a dagirker re dixebitin kir û wiha got: "Kesên xwefiroş ên tirsonak pereyan di ser azadiyê re digirin lê dê dîrok lanetê li wan bîne. Bila ew kes baş bizanin ku armanca dijmin qirkirina Kurdan e û ew jî ji vê yekê nafilitin. Divê îxanetê li gelê xwe nekin."

(fr)

ANHA