Şer li Sûdanê dijwar dibe û rewşa mirovî giran dibe

Li Sûdanê ku welatekî xizan e, şer gur dibe. Pevçûn li Xartûm û Darfûrê dijwar bûne.

Şer li Sûdanê dijwar dibe û rewşa mirovî giran dibe
22 hezîran, 2023   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Zêdeyî 2 mehan e pevçûn berdewam in. Ji bo pevçûn rawestin, gelek caran agirbest hat kirin, lê aliyên şer bi agirbestê nekir û hev du sûcdar kir. Ji leşkergehên artêşê yên li bakur û rojhilatê paytextê, top tên berdan.

Xelkê Xartûma paytexta Sûdanê, serê sibehê bi dengê teqîn û pevçûnê hişyar bû. Ji leşkergehên artêşê yên li bakur û rojhilatê paytextê top tên berdan.

Li Darfûrê ku sînorê wê bi Çadê re heye, pevçûn dijwar bûne.

Li gor rapora dawîn a rêxistina civakî ya sivîl a bi navê ACLED’ê, ji ber pevçûnan heta niha zêdeyî 2 hezar sûdanî jiyana xwe ji dest daye.

LI DARFÛRÊ ŞER BÛYE ŞEREKÎ ETNÎK

Li Darfûrê ku komên etnîk ên afrîkayî û ereb lê dijîn, li gor NY’yê û Yekitiya Afrîkayê, şer bûye şerekî etnîk.

NY’yê û Yekitiya Afrîkayê, diyar kir ku kes li gor nasnameya xwe tên armanckirin û hişyarî hat kirin ku bûyerên tund ên li Darfûrê dibe ku bibin sûcên li dijî mirovahiyê.

REWŞA MIROVÎ GIRAN DIBE

Rewşa mirovî jî her ku diçe giran dibe. Bi barîna şiliyê re, tê payîn ku ta, nebûna ewlehiya xwarin û vexwarinê, têr nexwarin û vexwarinê ya zarokan zêde bibe. Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê pêdiviya 11 milyon kesan bi piştgiriya tenduristiyê heye.