`Divê ciwan li hember şerê taybet xwe birêxistin bikin`

Desteya Tenduristiyê û Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Firatê têkildarî metirsiyên bikaranîna narkotîkê û bandora wê li ser civakê, semînerek li peymangeha Şehîd Zozan a li Kobanê da.

`Divê ciwan li hember şerê taybet xwe birêxistin bikin`
22 hezîran, 2023   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê û Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Firatê têkildarî metirsî û xetereyên tenduristî û civakî û derûnî yên bikaranîna narkotîkê semînere li peymangeha Şehîd Zozan a li Kobanê da.

/ar/uploads/files/2023/06/22/132435_khlal-mhadhrh..-mkhatr-shyh-wajtmaayh-wnfsyh-qatlh-lidman-almkhdrat-28129.webp

Dr.Ehmed Mehmûd semîner bi rêve bir. Di semînerê de berdevkê Komîteya Tenduristiyê ya Kobanê Elaûdîn Kino Eto, endamên beşa destekdayîna derûnî ya navenda Meşte Nûrê di dîwanê semînerê de cih girt.

Dr.Ehmed Mehmûd di serî de got: “Narkotîk, hişê mirov kontrol dike, fikirandina wî sînordar dike, nahêle mirov xew bike yan jî karên giran bike. Ev jî bi awayekî neyînî bandor li bendenê dike bi taybet sîstema damarê, dil û di encamê de gelek pirsgirêkên tenduristî derdikevin ku mirin dawiya wê ne.”

Dîwanê semînerê, rêbazên dermankirina ji narkotîkê bi hûrgulî şîreove kirin. Pirsên xwendekaran jî der barê cureyên narkotîkê û xwezaya wê û bandora wê li ser bedenê mirovî çi ne, bûn.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê ji bo hişyarkirina civakê ji narkotîkê û bandorên wê, hemleyek ragihandibû, ev semîner di çarçoveya wê de li dar ket û beriya wê jî bi dehan semîner li dibistan, sazî û Zanîngeha Kobanê li dar xist.

Desteyê plan dike ku bigihêje rêjeya herî mezin a civakê da ku rê li pêşiya vê diyardeyê bê girtin. Ji bo wê, dê hemle berdewam bike.

/ar/uploads/files/2023/06/22/132449_khlal-mhadhrh..-mkhatr-shyh-wajtmaayh-wnfsyh-qatlh-lidman-almkhdrat-28629.webp

Piştî semînerê Yekitiya Xwendekarên Demokratîk a Peymangeha Şehîd Zozan têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da. Xwendekar Nisrîn Hesen daxuyanî xwe û tê de ev hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker êriş destkeftiyên Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji ber ku projeya neteweya demokratîk qebûl nake û hewl dide vê şoreşê tune bike.

Êrişên li dijî şoreşê ne tenê di aliyê leşkerî de pêk tên, lê belê dewleta Tirk bi tevahî rêbazan hewl dide ku zirarê bide civakê û pêşeroja me. Ji bo wê jî, şerê taybet bi rêya belavkirian narkotîkê li dijî herêmê dimeşîne.

Em bang li ciwanan dikin ku bi lîstikên dijmin neyên xapandin, xwe birêxistin bikin ji bo ku pêşeroja xwe û pêşeroja welatê xwe dabîn bikin û li hember tevahî cureyên şerê taybet tê bikoşin.”

(şx)
ANHA