​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li şûna Astanayê yan Enqere yan jî Şam

Civîna Astanayê, aloziya Lubnanê û şerê li Filistînê rojevên rojnameyên erebî yên îro bûn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li şûna Astanayê yan Enqere yan jî Şam
22 hezîran, 2023   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat bi sernavê “Gera dawîn a dan û standinên Astanayê rê li normalîzekirina di navbera Sûriye-Tirkiyeyê de vedike” nûçeyek weşand. Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da encamnameya gera 20`an a civîna Astanayê ya der barê Sûriyeyê de ku li paytexta Kazaxistina Astanayê hate lidarxistin. Di encamnameya civînê de cih dan pîvanên Rûsya, Îran, Tirkiyeyê yên têkildarî dosyayên hatine nîqaşkirin û girîngîdayîna rêgeha normalîzekirinê ya di navbera Şam û Enqereyê de. Hat diyarkirin ku encamname berovajî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê ye ku gotibû rêgeha normalîzekirinê bi dawî bûye û gera “dawîn” a di navbera wan aliyan de wekî geşedaneke balkêş hatibû hesibandin.

Di nûçeyê de hat gotin ku daxuyaniya Kazaxistanê aliyên ku li wir li hev civiyabûn, matmayî hiştiye. Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê pêşniyar kiribû ku êdî li Astanayê der barê Sûriyeyê de tu civîn neyên çêkirin.

Rojnameyê di nûçeya xwe de her wiha cih da daxuyaniyên dîplomatekî rûsî ku gotibû êdî pêwîstî bi civînên nû li Astanayê tune ye, lê normal e ku hevdîtinên li Enqere û Şamê dewam bikin.

‘HEWLDANÊN BADILHEWA YÊN FRANSAYÊ JI BO HILBIJARTINA SEROKKOMARÊ LUBNANÊ’

Rojnameya El Ereb jî der barê rewşa Lubnanê de nûçeyek belav kir. Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku di demekê de ku ne aliyên herêmî, ne jî aliyên navneteweyî girîngiyê didin dosyaya Lubnanê, Fransa ev çend meh e ji bo hilbijartina serokkomarekî nû ketiye nava tevgerê. Nûçeyê bal kişand ser serdana nûnerê Fransayê yê Lubnanê Jean-Yves Le Drian a ji bo Beyrûtê û hevdîtina wî bi rayedarên lubnanî re.

Hat destnîşankirin ku tê payîn serdana Le Drian 3 rojan dewam bike, di wê demê bi serokê Meclisa Nûneran Nebîh Berî (hevalbendên sereke yên Hizbullahê) û hin rayedarên hikumetê û di serî de serokwezîr Necîb Mîqatî re hevdîtinê bike. Di nûçeyê de li gorî çavkaniyan hat eşkerekirin ku Le Derian tu çareseriyan pêşkêş nake, lê belê hewl dide ji bo aloziyê çareseriyekê bibîne.

REWŞA FILISTÎNÊ

Rojnameya El Beyan jî cih da rewşa Filistînê û di vê derbarê de bi sernavê “Çavdêr: Nebûna çareyeke siyasî nîşaneyên rewşeke xirabtir li Filîstînê dide” nûçeya belav kir. Di nûçeyê de li ser zimanê siyasetmedarên urdinî hat gotin ku rewşa Filistînê nîşaneya xetereyeke mezin dide û divê dawî lê were anîn. Hat diyarkirin ku di serî de Amerîka, civaka navneteweyî ji nebûna asoyeke siyasî di navbera filistînî û Îsraîlê de berpirsiyar in. Li gorî çavdêran, hin faktorên hundirîn û derve hene ku dihêlin berdewamkirina dan û standinan ne pêkan be. Di nûçeyê de bal li ser tevger û civînên vê dawiyê ji bo zelalkirina rewşê hatine lidarxistin, hat kişandin.

(c)